23 november 2019

Kî çi ye êdî wek berê wenda nabe...


Berê ji ber ku wek nuha malper, rojname, telewîzyon, medyaya sosyal tunebû, meriv nizane bav û kalên kê çi bû? 

Tenê hin tiştên bi devkî tên gotin, ew jî bi demê ra tên jibîrkirin. Çimkî tarîx gava ne bi nivîskî be mahkûmî jibîrkirinê ye.

Kî hevalê dijmin bû?
 
Kî xayin bû? 

Kê rahîşt sîleha dijmin û cahşîtî kir?

Kê di telewîzyonan da her roj abûqatiya dijmin û neyartiya gelê xwe kir û ji dagirkeriya welatê xwe ra li çepikan xist? 

Kî bû kelemê çavê neyar û di zindanan da riziya ?

Kê şerê dijmin kir?

Kî welatparêz û canfîda bû? 

Yanî kî çi bû ji ber ku tarîxa nivîskî tuneye rabirdû, tarîxa çûyî baş nayê zanîn, tu çavkanî û belgeyên em lê binêrin û sicîla pêşiyên kê reş e, ya kê sipî ye derxin ortê tuneye.

Lê êdî ne wih aye. Di vê serdemê da tiştek wenda nabe. Her tişt bi deng, bi risim, bi nivîs, bi belge dibe malê tarîxê. 

Kî çi dike, çi dibêje, hevalê kê ye, li dijî kê ye, kî xayin e, kî cahşê dewleta tirk e, kî welatparêz û canfîdayê gelê xwe ye, hemû hene, tên arşîvkirin. 

Sibe dema ev rojên reş derbas bûn û em ji bin vê zulmê û dagirkeriyê derketin, kî çi bûye her kesê bibîne, hinekê li hemberî tarîxê û neviyên xwe rûreş bin û hinekê jî rûsipî.

Yanî xayin û cahş wek berê ewê wenda nebin, her tişt bi delîl û belge ewê li meydanê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE