14 november 2019

Ji civîna çapemeniyê ya Trump û Erdogan sahneya herî xweş.

Recep Tayyip Erdogan û Donald Trump


Îmana min ji Trump diçe û ez tim wî rexne dikim. Ne tu meriv e, ne yê wê kursiyê ye.
Û ya ji wê jî muhîmtir ne dostê me ye, dilxwazê Erdogan e û Tirkiyê ye.
Tucarekî mîtoman e. 
Lê merivekî delodînî ye.
Bi me ra bêbextiyeke mezin kir, derbek mezin li me xist. Destûr da tirk Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bikin.
Lema jî ez pir jê aciz im.
Di civîna çapemeniya bi Erdogan ra tiştekî pir xweş kir, kêfa min ji bersîva da Hîlal Kaplanê ra hat.

Di civîna çapemeniyê, beşê pirs û bersîvan da ji rojnameya Sabahê Hîlal Kaplanê li ser vexwendina Mazlûm Kobanî pirsek ji Donald Trump kir. 


Vexwendina Trump ya Kobanî ya Qesra Sipî bi bîra Trump xist û dû ra jî dûr û dirêj qala terorîstiya Mazlûm Kobanî kir, got nizanim qatilê çiqas însanî ye û xwedêgiravî gelek sûc û tiştên Kobanî kirine li dû hev rêz kirin.

Dû ra jî ji Trump pirsa xwe kir, got:

 “Piştî vê hevdîtina te ya bi Erdogan ra tu hîn jî difikirî Mazlûm Kobanî dawetî Qesra Sipî bikî?”

Trump pir xweş kir, 
xwest ew pirsekê jî ji Erdogan bike. Lê devê Kaplanê negeriya û nikanîbû ji Erdogan tu pirs bipirsiya. Li ser vê Trump got:

”Tenê muhabîrên dost…Ma hûn bi rojnamevaniya xwe emîn in? Çima hûn ji serokkomarê xwe jî pirsekê napirsin? Tu baş emîn î tu li ser navê hukûmeta tirk naxebitî?"


Dû ra jî keniya û got:

“Min bi wî ra(Mazlûm Kobanî)di telefonê da hevdîtineke pir xweş kir. Em ji nêz ve bi hev ra dixebitin. Em bi serokkomarê we ra jî ji nêzîk ve dixebitin…”

Trump bi vê bersîva xwe hem henekê xwe bi rojnamevaniya Hîlal Kaplanê kir, ew xist binê erdê û him jî ji Erdogan û tirkan ra got tiştê hûn ji bo Mazlûzm Kobanî dibêjin pûç in, ez cidî nagirim.

XXX

Çi heyf em miletekî pir bêşans in. Ji me ra tu carî heta dawiyê li hev nayê.

Gava ji me ra piçekî li hev tê jî dom nake, ji nişkave bela û bobelatên mezin tên serê me.

Tim wiha bûye. Ji van bobelatan yek jî Tummp e. Fena ku Erdgoan serokê Emerîkayê be.

Min bala xwe da axafitna Trump ya di preskonferensa Erdogan da. Ji bo Trump fena ku Tirkiyê rojavayê Kurdistanê dagir nekiribe û 400 hezar însan bi çolan nexistibin. Li rojava her tu problem tuneye, her tişt baş û xweş.

Trump mîtomanekî ji bêemsal e. Û heta hûn bixwazin li dijî me û dilxwazê tirkan û Erdogan e.

Fena ku axaftina wî Erdogan hazir kiribe. Yanî hewqasî merivê Erdogan e û li dijî kurda ye. Ev jî bêşansiya me ye.
Belkî di nabêna wî û Erdogan da hin têkliyên tarî, hin berjewendiyên şexsî hebin.

Ne xwe meriv di heqê Tirkiyê û Erdogan da hewqas vir nake. Bêyê ku şerm bike got kurd ji peymana Amerîka û Tirkiyê memnûn in, nuha herêmê sakîn e.

Welhasil Trump bi qasî Erdogan neyarê me ye, ne yar be jî ne dostê me ye, qet xêra me naxwaze.

Lê dostê tirkan û Erdogan e û xêra wan dixwaze.
Ev jî têra Erdogan dike.

Dibê em kurd tu hêviyê ji Trump nekin.

XXX
Hin kes ji bo ku nebin destiyê kêrê û belayek neyê serê wan, dibêjin efendim "hinek der û doran" tehamulî A. Altan nekirin, ew dan girtin.

Fêlbaziyê nekin, A. Altan berê jî û nuha jî bi daxwaza Erdogan hat girtin. Ji bo ku Erdogan xwest careke din A. Altan girtin.

Sûc nekin hustuyê hinekên din, xeta xwar ji gayê pîr da ye. Viya bibêjin.

Hûn nikanin bi kerê xarî palan dikin.
Ji ber ku Erdogan dixwaze Ahmet Altan di bin kilîtê da be lema hakimê reben ji mecbûrî emrê girtina wî da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE