13 november 2019

Ji bîr nekin sibe kane dereng be


Siyaseta wan bi dilê me be, ne bi dilê me be, îro roj yên kurdan temsîl dikin PDK, YNK, Goran, PKK, PYD, YPG, ENKS e. Em niknanin van partî û hêzan tune bihesibînin, yên hene ev in, halîhazir em mecbûr in bi van micadela xwe bidomînin, şerê dijmin bikin.

Bêguman gelek partiyên din jî hene, lê yên herî xurt û xwedî hêzên siyasî û leşkerî ev partî ne.


Dibê ev partî zû werin ba hev û li hemberî dijminên xwe yên mişterek, siyaseteke netewî ya mişterek bidin ber xwe.

Di 30-40 salên dawî da me dît derdê dijminên me ne bi vê partiyê û bi wê partiyê ra ye, ew li dijî her partî û hêza kurd ya netewî ne.

Ew naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bibin.

Kîjan partî xurt e, pêşeng e ji bo wan ne muhîm e.

Do li başûr li dijî referandûma serxwebûnê û PDKê û YNKê bûn, îro li rojava li dijî PYDê û YPGê ne.

Ji bo wan partî, serok ferq nake, ew li dijî serxwebûn û azadiya miletê kurd in. Nazwazin li tu derê bingeha Kurdistana serbixwe çê bibe. Ji bo vê şerê PYDê û YOGê û YPJê dikin.

Piştî ku rewş ev e, dibê partiyên min li jor navên wan gotin û yên mayî, hemû yekîtiyeke netewî çêkin, hêza me û xelasiya me di vir da ye.

Li hemberî hêzên dagirker tu sîleheke me ya ji viya xurttir tuneye.

Li dinyayê sempatiyeke mezin ji bo me çê bûye, piştgiriyeke ne xerab heye. Dibê em vê fersenda navnetwî ji dest xwe nedin. 

Heger em bi ser nekevin di vir da sûcê PKKê, PDKê, YNKê, PYDê, YPGê, Goranê, ENKSê ye. Çimkî yên xurt û xwedî hêz û pêşengiya kurdan dikin ew in. 

Dibê em bizanibin yekîtiya di wexta xwe da nebe, dû ra bibe kane dereng be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE