03 november 2019

Ji ber nivîsa li ser kêlê bi kurdî bû dewletê gorra wî xera kir

Aydin Kayayê dewletê gorra wî xera kir


Ji bo ku nivîsa li ser kevirê(kêla) gorra serokê BDPê yê berê Aydin Kaya bi kurdî bû, bi fermana dozgerê Mûşê kevir(kêl) hat şikandin. 

Dozger gotiye nabe hûn li ser kevirê gorrê bi kurdî binivîsin, mafekî kurdan yê wiha tuneye, nivîsa bi kurdî sûc e, yasax e.

Aydin Kaya di 6ê hezîrana 2012a da di zindanê da wefat kir û li ser kevirê(kêla)gorra wî ”Em te ji bîr nakin” nivîsî bûn.


Dozgerê tirk nivîsîna bi kurdî wek sûcekî li hemberî dewletê dîtiye û lema jî kivirê ber serê Aydin Kaya daye şikandin.

Belê, halê kurdê bindest û bêdewlet ev e, nikane li ser kevirê(kêla)gorra miriyê xwe bi kurdî bibêje ”Em te ji bîr nakin” !

Irqçîtî û faşîzmeke wiha nehatiye dîtin, ev rast e. Tirk bi îktîdar û îdeolojiya îslamî tam bûne zebanî û ji nazîyan jî hartir bûne.

Ev rast e. Yê ji nazîstan ne xerabtir be ji ber nivîseke wiha kevirê gorrê nade şikandin.

Lê heger em ne bindest bûna, heger Kurdistana me hebûye, tirkan nikanîbû ev zulm li me bikra.
Lema jî ez vê xeberê diyarî kurdên li dijî dewlet û serxwebûna kurdan in dikim.

Heger ara wan hebe, li heger hinekî pozê wan bişewite ewê careke din nebêjin em li dijî serxwebûnê û dewleta kurd in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE