08 november 2019

James Jeffreyê dostê tirkan û Erdogan îro diçe Tirkiyê

James Jeffry


Nûnerê Amerîkayê(DYA)yê Sûriyê James Jeffrey îro ji bo du rojan diçe Tirkiyê. Di 13ê mehê da jî Erdogan ewê here Amerîkayê û bi Donald Trump ra rûne, hin bazarên nuh bike. 

Çûyina James Jeffrey ya Tirkiyê ji bo me kurdan ne ji xêrêra ye, îşareta bihîstina hin xeberên ne xweş  yên din in. 

Jeffrey merivekî tirkan û Erdogan yê ji dil e û ez bawer nakim ji bo me kurdan tiştekî xêrê bike.


Bi îhtîmaleke mezin mîmarê peymana di nabêna Tirkiyê û Amerîkayê da îmze bû jî James Jeffrey ye.

Di nava merivên li dora Trump da yê herî pir dostê tirkan û Erdogan e Jeffrey ye û Trump jî guh dide gotinên wî.

James Jeffrey merivekî ji Tikriyê û ji tirkan hez dike, dostekî tirkan û heyranê Erdogan e. 

Beyanên Jeffrey yên li ser YPGê tim negatîf û bi dilê tirkan bûye, îdîayên Tirkiyê xwedêgiravî YPG êrşî Tirkiyê dike qebûl kiriye.

James Jeffrey du salan(2008-2010) wek sefîrê Amerîkayê li Tirkiyê maye û tirkî baş zane.

Belkî hin têliyên wî yên din jî bi Tirkiyê û bi tirkan ra hebe.
Ez nizanim, ez tenê şik dikim.

Dibê meriv bala xwe bide dema wî ya li Tirkiyê seffîr bû û beyanên wî yên li ser Tirkiyê.

Donald Trump bela sebeb James Jeffrey neanî dewsa Brett Mcgurk.

Çimkî Brett Mcgurk li dijî vekişîna leşkerên emerîkî bû û bi Tirkiyê ra tu carî peymaneke wiha qebûl nedikir.

Ji xwe Brett Mcgurk piştî îstîfa xwe çend caran ev yek eşkere got.

Yanî hilbijartina Jeffrey perçeyek ji dagirkirina rojavayê Kurdistanê ye.

James Jeffrey di hevpeyvîna xwe ya salek berê ya bi TRTê ra Erdogan bi numûneyeke pir balkêş parastiye, gotiye:

“Hin kes Erdogan û Pûtîn dişibînin hev, lê ez ne bi vê dîtinê ra me. Ez Erdogan dişibînim Charles de Gaulle.”

Yê Erdogan bişibîne Charles de Gaulle zêde heyran û merivê Erdogan e.

Belkî li Amerîkayê yek kesê din ê biwêribe tiştekî wiha bibêje tuneye. Lê ji ber Jeffrey heyranê Erdogan e, belkî hin sebebên din jî hebin, Erdogan dişibîne Charles de Gaulle. 

Hêvî dikim texmîna min ne rast be û Jeffrey bi tirkan ra peymanên hîn xerabtir çê neke.

Ji bo ku meriv bizanibe Jeffrey li ser Tirkiyê, Erdogan û PYDê, PKKê çi difikire dibê meriv vê nivîsa wî bixwîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE