07 november 2019

Hûn derewan dikin !

Carolyn M. Gleason


Berdevka Pentagonê Carolyn M. Gleason xanimê li ser firotina sîlehan ya Tirkiyê gotiye ew li ser sîlehên firotine Tirkiyê lêkolînê dikin, dixwazin bizanibin hela ew sîleh ji alî hêzên terorîst ve hatine bikaranîn ya na û bi wan sîlehan tu sûc hatine kirin ya na.

Vana damagojîyên siyasetmedarên sextekar in, Amerîka her sîlehê difroşe tirkan û baş zane Tirkye û çeteyên Îslamî, Daîş wan sîlehan li hemberî kurdan bi kar tînin.
 
Eynî Amerîkayê ji bo ku Tirkiye û terorîstên Daîşê kurdan bikujin ew sîleh firotin Tirkiyê. 

Erdogan bi wan sîlehan hemû kurdên rojava jî bikuje, Amerîka dîsa jî ewê bifroşe Tirkiyê.

Amerîkayê destûr neda Tirkiyê nikanîbû êrîşî kurdan bikira û Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bikira. Tirkiyê ev qetlîam bi destûra Amerîkayê û Rûsyayê kir.

Ewrûpî ji bo ku sîlehên xwe bifroşin Tirkiyê bêbextî, bêexlaqî û bêûjdaniya nekin tuneye.

Ji bo ku Erdogan ev tamara ewrûpiyan ya zeîf nas kiriye, ew zane ewê çawa devê wan bigire.

Gava hinek siyasetmedarên ewrûpî wî rexne dikin, tavilê çend hestiyan davêje ji ber wan da û dengê wan dibire.

Û dû ra jî bêtirs bajaran dagir dike, kurdan dikuje, ji çete û terorîstên Daîşê artêşekê çê dike.

Lê mêrik dîsa jî li Qesra Sipî dibe mîvanê serokê Amerîkayê.

Perê te hebe tu fînansor û emîrê Daîşê bî jî tu ne terorîst î, dîsa jî tu merivekî pir muhterem î û xaliya sor li ber nigê te tê raxistin.

XXX
Bexdadî mîvanê Erdogan û Çavuşoglu bû. Bi kuştina mîvanê xwe şeqizî ne, rojê dereweke xwe dikin pêkenîn dikin. Dibêjin efendim jina Bexdadî, birayê wî, xezûrê wî, nizanim çend xwehên wî, zavayê wî, nizanim ji malabata wî 13 kes di destê me da ne.

Kuro malbat çi ye, hemû eşîra Bexadî mîvanê we ye.

Ma ewê ku da herin?

Tirkiye mala wan û Daîşê ye.

Ma 110. hezar çete û qatilên Bexdadî belaş ji bo we şerê kurdan dikin?

Ma qey hûnê mazûbaniya serokê wan jî nekin?
Tobe ya Rebî tobe!

Trump dengê xwe nake, ne hewceyî van viran e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE