16 november 2019

Hêvî


Tarîxa me hêvî ye
Em tim bi hêviyê jiyan
Bav û kalên me dan dû hêviyê
ji bo wê ketin, rabûn, mirin, lê negihêştinê
hêvî bûye hêviya me jî
me jî wek wan daye dû hêviyê
em dimeşin, dibezin, xar dikinê
lê tu carî nagihîjinê

geh dûr dibe, geh nêzîk dibe
geh dibe leylan û li ber çavê me hêl dibe
hêvî xewn be jî, xeyal be jî, leylana ber çavan be jî
me daye dû
hêvî tunebe tiştê em hêvî dikin jî tuneye
îro hêvî ji me dûr ketibe jî em jê venaqetin
em tu carî terka hêviya xwe nakin
heta rojekê em digihîjin hêviya xwe

Zinarê Xamo
2019-11-16
Stockhlom

Wiha xwe mehû meke
Wiha xembar, wiha xerîb
Tu li ku dibî bibe
Li der, li hundur, di desrsê da, di rêzê da
Bajo ser, bajor ser
Tû ke ruyê celêd, keysperest, yê xayin
Li ber xwe bide bi kitêbê,
Li ber xwe bide bi kar
Bi nenûkê, bi diran
Bi hêviyê, bi evînê, bi xewnê
Li ber xwe bide
Bin riswa meke
///Ahmed Arîf


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE