20 november 2019

HDPê got ew ji meclîsê venakişa



Serokên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî. Temelî, piştî civîna HDPê gotin ewê ji parlamentoya Tirkiyê venekişin û venegerin ”sîne-î milet.” 

Yanî ewê dev ji meclîsa tirk bernedin. Min jî texmîn nedikir ji meclîsê vekişin HDP dev ji meclî bernade, dibê kurd dev ji HDPê berdin. 
Çare ev e.

HDP bi van serok û rêvebirên xwe biryara vekişîna ji meclîsê nagire.


Çimkî HDP ne partiyeke kurd e, ew partiyeke Tirkiyê ye. 

Heta meriv kane bibêje HDP partiyeke tirk a demokrat, wek partiyên din ne dijminê kurda ye. 

Ji bo ku ne partiyeke kurd e,siyaseta wê jî ne ji bo kurdan û Kurdistanê ye.

Kurdan tiştek ceribandin bi ser neket.

Ev jî bû tecrûbeyek. 

Îro êdî tu fêdeyeke kurdan di mana meclîsê da tuneye.

Madem tirk hebûna me, nûnerên me, îradeya me qebûl nakin, dibê em jî endametiya meclîsa wan red bikin.

Parlamentoya hebûna me, hebûna welatê me, zimanê me, tu mefekî me yê netewî qebûl neke, ji bo çi emê herin wê meclîsê? 

Meclîsa nehêle tu du gotinan bi kurdî bibêjî ji bo çi tu yê herî wê meclîsê? 

Meclîsa me wek nûnerên miletê kurd qebûl neke, dibê em neçin wê meclîsê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE