24 november 2019

Gelek caran devê min ji şîr şewitî loma jî pifî mêst dikim


Mîke Pence û Nêçîrvan Barzanî

Li ser serdana cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence ya Hewlêrê û hin gotinên wî meriv kane gelek tiştên pozîtîf bibêje û gelek texmîn û spekulasyonan bike.

Lê ez bi xwe pir bi îhtîyat li meselê dinêrim. Gelek caran devê min ji şîr şewitîye, lema ez pifî mêst jî dikim.
Heta ez di praktîkê da li hemberî tirkan û ereban tiştekî berbiçav nebînim, ez ji tu gotinên emerîkiyan bawer nakim, bi serdanekê, bi beyanekê qet dilê xwe xweş nakim.


Kesî bawer nedikir piştî hewqas alîkarî û hevkariya 4 salan Amerîka şevê ji nişka ve ji kurdan ra bibêje "de bi xatirê we" û destûrê bide Tirkiye Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bike.

Lê tiştê kesî bawer nedikir Amerîkayê kir, kurd bi tenê hîştin û rojavayê Kurdistanê dan Tirkiyê.

Ji bo wê jî heta ez tiştekî konkret nebînim, bi ziyaret û gotineke berpirsiyarekî Amerîkayê naxapim û li ser wê hin xeyalên xweş belav nakim.

Amerîka do bi kurdan ra bêbextî kir û rojavayê Kurdistanê da tirkiyê, sibe kane bêbextiyeke din jî bike.

Ne îro, ji zû da ye Amerîkayê û Xerbê fêm kirine li herêmê bêyî kurdan kes ne dostê wan e, tirk, ereb û faris tu carî nabin dost û mitefikên Amerîka û Ewrûpa yê saxlem.

Lê dîsa jî heta nuha dev ji tikriyê û ereban bernadin. Tu garantî tuneye ji nuha û pê da jî dev jê berdin. 

Sebebên Amerîka û Rojava bibin hevalên kurdan û dev ji tirk û ereban berdin pir in, lê em nizanin ewê wiha bikin ya na, di vî warî da tu garantiyeke me tuneye. 

Em tenê avê bi ber dilê xwe direşînin, ji xwe ra hin teroriyan û xeyalan çê dikin.

Hêvî dikim texmînên me, xeyalên me, teroriyên me rast derkevin û Amerîka îcar bi rastî jî li Îraqê û li Sûriyê piştgiriyê bide serxwebûna kurdan û avabûna Kurdistanê. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE