24 november 2019

Galaya piştgiriya rojavayê Kurdistanê



Îro ez û xanim li Stockholmê li Galaya Rojava bûn.

Gala li Folkets Hus Konferens Centerê bû û gelek stranbêj û artîstên swêdî û kurd yên bi nav û deng, yên wek Benjamin Ingrosso, Sara Larsson, Ciwan Haco beşdarî galayê bûn û bi sitranên xwe gala şên kirin.


Galayeke qelebalix û muhteşem bû. Alîkariyeke pir ji bo rojavayê Kurdistanê hat topkirin.


Min li galayê çend risim girtin, risim zêde ne baş in, lê ji tunebûnê çêtir in.


Wezîra karên derve ya Swêd Ann Lînde xanim jî beşdarî galayê bû û axaftineke baş kir.



Piştî galayê min xanim bir aşxaneyeke taylandî, me xwarineke xerîb ya pir xweş xwar.


Her cara rêya me bi bajêr fikeve ez xanimê dibim aşxaneyeke nuh û xwarineke xweş pê didim xwarin.





Carnan dibêje weleh ne xweş bû, lê îcar xwarin gelkî tûj bû tam bi dilê wê bû.



Heger xwarin neketa serî ewê bikira pitepit, axirê ez ji pitepita wê xelas bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE