20 november 2019

Gala ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê



Êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên îslamî ser rojavayê Kurdistanê bi rengekî bênabên berdewam e.

Tirkiye li gund û bajarên Rojava her roj bombeyan bi ser xelkê siwîl da dibarîne. Bi sedhezaran însan li welatê xwe koçber bûne, bi sedan siwîl hatine qetilkirin û birîndar in.

Li Stockholmê di 24ê mehê da(24/11-19)ji bo alîkariya bi gelên Rojava ra galayek mezin tê çêkirin. Gelek artîst û hunermendên swîdî yên bi nav û deng beşdarî galayê dibin.


Min do bi şev bilêta xwe û xanimê kirî. Min got çi dibe, çi nabe, belkî cî nemîne, lema jî min bilêta xwe ji nuha da kirî û îşê xwe saxlem kir. Pêşniyara min ji we ra hûn jî bilezînin û bilêta xwe bikirin û ji vê şeva xweş mahrûm nemînin. Hûnê him bi gelê Rojava ra bibin alîkar û him jî şeveke xweş derbas bikin.

Edres û saeta galayê:
Yekşem saet 14:00-17:00
Stockholm City Conference Centrum
Drotninggatan 71B

Lînka galayê 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE