10 november 2019

Ewrûpiyan jî êdî tirk nas kirine

Amberîn Zaman


Ewrûpî hêdî hêdî tirkan nas dikin û hêviya xwe ji wan qut dikin, lê tiştekî berbiçav jî nakin.

Amberîn Zamana rojnamevan ev dîtina ewrûpiyan ya mişterek di nivîsa xwe da wek floodekê di twîtta xwe da belav kiriye.

Amberîn Zaman ji vê şêla ewrûpiyan pir hêrs bûye, bi gazin gotiye, "ewrûpî ne ji hukûmeta AKPê tenê, gelê tirk, hemû hemwelatiyên Komara Tirkiyê wek Daişî, wek faşîst, wek neyarên kurdan û irqçî dibînin, bi wî çavî li tirkan dinêrin..."


Amberîn xanimê di dawiya nivîsa xwe da jî gotiye, ”Tirkiye û Daîş yek e dîtineke neheq e û dibe sebebê ez îsyan bikim.”
 
Ewrûpiyan bi derengî be jî cara pêşî ye tirk baş nas kirine û di heqê tirkan da bûne xwediyê qenaeteke rast.

Lê ji ber ku siyasetmedarên ewrûpî, serok û birêvebirên ewrûpî tirsonek û du rû ne, ne tiştekî bi Tirkiyê dikin û ne jî alîkariya kurdan dikin.

Him dibêjin Tirkiye û Daîş yek e û bi rastî jî wisa ye. Artêşa Milî ya Sûriyê Daîşê e. Lê di praktîkê da tiştekî nakin.

Yên di heqê Tikriyê û tirkan da xwediyê vê baweriyê be dibê bi milyran Euro xûgiyê nede Erdogan. 

Dibê Tirkiyê ji nav xwe biqewitîne û ceza bike. 

Dibê hevalên Daîşê bigrin û derxin ber mahkiman û ceza bikin.

Dibê serokê Tirkiyê nikanibe bi sekreterê NATOê, bi Yekîtiya Ewrûpayê ra rûne, dibê ji  ber hevkariya bi terorîstên îslamî ra were girtin.

Dibê tirk nikanibin hewqas zulm eşkere li kurdan bikin û bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindanan da êsîr bigrin.

Efendim tirk irqçî ne, faşîst in, Daîş in, neyarên kurdan û neyarên xerbê ne, vanan hemû rast in û wa ye we jî fêm kiriye.

Ê wê demê tiştekî bi tirkan û bi serokê Tirkiyê bikin, gavên li gorî vê baweriya xwe bavêjin.

Nakin, newêrin bikin, tirsonek in. Lê ev tirsonekî ewê li ser ewrûpiyan pir buha rûne, Erdogan ewê belayên pir mezin bîne serê ewrûpiyan. Ewê bi milyonan misilmanan li Tirkiyê kom bikin û bişînin ser Ewrûpayê. Erdogan ewê hemû welatên Ewrûpayê serobinî hev bike.

Amberîn Zaman keça yekî bengladaşî ye. Diya wê jî yeka gucî-tatar e, yanî ew jî ne tirk e.

Navê bavê wê Arshad-uz Zaman e. Lê Amberîn dîsa jî xwe wek yeka tirk û Tirkiyê jî wek welatê xwe dibîne.

Amberîn Zaman xwedêgiravî rojnamevaneka pispora kurd û Kurdistanê ye.

Xwezî ne wiha bûya, lê çi heyf tirk merivên cahil in û ji sedê 99ê wan irqçî, pan-tirkîst in û neyarên gawiran û kurdan in.

Lema jî ji sedî 80-90 tirkan Daîş ji kurdan çêtir dibînin. Ji bo wê jî hukûmetê bi Daîşê ra cephe çê kir û miletê tirk jî destegê dide vê siyaseta Erdogan.

XXX
Îslamiyekî tirkê bi navê Cemîl Kiliç li ser Tirkiyê û tirkan çend gotinên rast û di cî da gotine.
Cemîl Kiliç gotiye:

”Wekî yekî îlahîyetçîyekî dinivîsim, tarîxê civateke bi qasî îslamiyên li Tirkiyê diz, fêlbaz, virek û cahil nefîtiye.
Dîndariya dixwaze aqil zîncîr bike gelşa Tirkiyê ya herî mezin e. Tu tiştekî din bi qasî dîndariyê ne talûke ye. Çimkî civata qabîlêyeta fikirandinê wenda kiribe nikane tu problemê çareser bike. Binêrin, her welatê dînê xurafe lê hukimran(serdest) e li dinyayê di cehnimê da ye.”

Îlahîyetçî-nivîskar Cemîl Kiliç

XXX
Dema ji matamatîkçiyê meşhûr J. F. Nash ra dibêjin Tirkiye di matamatîkê da li dinyayê ji dawiyê da duyem e, awirekî cidî tê ruyê wî û dibêje:

”Li civatên matamatîkê baş nizanibin edalet tuneye.”
Rast e, lê di nava tirkan da ne edalet tenê tuneye, bêyî neyartiya kurdan û pan-tirkîzmê zereya mirovahiyê tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE