13 november 2019

Ev zulm ewê tirkan ra nemîne !


Terora tirkan tansiyona min xist, psîkolojiya min xera kir.

Ji do da ye gêja min, dewxa min diçe.

Gava xwar dibim û hêzî ser xwe dikim dewxa min diçe, balansa xwe wenda dikim, dinya li dora min doş dibe û tu namîne bikevim.


Îro du caran tu nemabû bikevim û sere xwe li dîwêr xim.

Van rojên dawî pir diqeherim, zulma tirk li kurdên binê xetê dikin tesîreke mezin li min dikin, ji hêrsa xurîkî digre cane min…

Ev du sê roj in li lêva min û canê min pizik, xuşrûk çê bûne. Piştî wefata bavê min jî tê bîra min devê min wiha kul bû û ez çend rojan nexweş ketim.

Wer xuya ye tansiyona min ketiye, hêvî dikim ne tiştekî bi zirar be…
2019-11-12

Oruç Sural Kekê Zinar, em tev diqehirin, geh digrîn geh kerba giran li ser dilê me rîdine. Lê divê em li xwe varqilin, çi destê me bê em bikin. Ger kirinên me tesîrê li rastiyê nekin nexwe divê em hîn zêde bikin. Rêz û silav!

Seraceddin Kirici Şifa xêrê bibe para te kek Zinar.

Ali Doughan Zu Dilê xwe qontrol kirin bidê. Dibê ku dil bî. Ez jî qehirîyam, di dilê min da problem derket. Derbaz bî.

Mamoste Nûjen Derbasbuyî be. Here ser dixtor, bila li te binêre. Sitres e. Wek Swêdî dibêjin "ta det lugnt".

Yusuf Kaynak Xwedê şîfa bide we kekê!

Niyazi Cetinok Derbasbůyī be.birayě min.

Bube Eser Ma gelo kurdên ji ber vê rewşê kêfxweş hene. Em hemî weke te ne. Lê divê tu hay ji xwe hebe kekê zinar tu hê ji me re lazim e.

Mehmûd Ronîdar Derbasî be Mamoste. Hêvî dikim egera tu jê aciz î, di demeke herî kurt de di binê erdê bikeve, hezar û yek jê rizgar bin.

Fahri Ölcer Zinarê derbasi be. Li gor tarifa te ya te bı swedi jê re dıbêjın kristall sjuka. Ev tişta hat serê mın ji.

Sidqî Hirorî Em jî wekî te his dikin kekê Zinar. Haya te ji siheta te hebe birayê ezîz.

Mir Mizari Mîxabîn Em hêmû dî rewşêk nê baş dênî.Nehêqi pîr zahmêtî.

Zinarê Xamo Gelek sipas dost û hevalên hêja, mala we hemûyan ava be. Ewê derbas be.

Mence Aldur Kek Zinar🕊 Niheqi qet nexweśé. Heta ji te be xwe neqeherene. Befedeyé🤔 ”Geya dibin kevirade naminé” Silav û rez💐

Ciwan Deriki Derbasbuyi be kek Zinar ji kahrê pev tistek deste me ney mixabin..

Serkeft Botan Derbasbuyibe limon û sire texe şuşak cam devê bigire bila hewa nrstne 25 roja lifeverek tarî deyne şunde rojê niv kedeha çayê vexe dibe ku kêrî te be

Jamal Kazemi Apê zinar hivîya tenduristîya baş bo we dixwazim pêvîstê şîretê min nîne lê li xwe miqatebe ca tuyê mala mejî bişewitînî
Yezdanê kurdan te biparêze

Mustafa Kalpak Bêhna fireh siheta xweş para te be! "Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e, geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e"

Ilias Arian Shaddadi Derbasbûyî be!

Lorîn Ibrahim Berzincî Derbasî û silametî be.

Zinarê Melê Xwe rabigire, ez benî. Ev nivîsara te dê keyfa Tirkan bi me bîne. Ez hêvîdar im ko tu xwe rabigirî û keyfa wan ji wan re nehêlî.

Abidin Alkoyun Derbasî be kek Zinar .

Xiyas Hisên Selamet be mamoste... Agir bi mala dijmina keve

Vildan Saim Tanrikulu ️👋👋

Mehmet Edip Yardımcı Pir pir darbasbûyî be mamoste,li xwe miqate be,tû hê jî ji mere pir lazimî,ên wek te pir hindik mane,em bi te pir kêfxweş û ser bilindin,bimîne di xweşiyêde,silav û rêz,her hebî,her bijî...

Hanifi Turan Derbasbûyî be hevalê hêja

Ali Kut Şîfa, Xamo, Xwedê neke tiştek bi te bê, ez dê îro baca qereçîyan bi niyeta şîfaya te bidim. Her heftî li xêra dê û bavê min bû, îro ê ji bo te be


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE