01 november 2019

Ev çavsorî û zulma hûn li me dikin ewê ji we ra nemîne


Dema Seddam Husên fêm kir bi jenosîda kurdan şaşiyeke mezin kiriye êdî dereng bû, cezayê vê şaşiya xwe bi serê xwe da.
Kî kane bibêje eynî tişt ewê neyê serê kesên îro li rojavayê Kurdistanê kurdan qir dikin ?
Surprîzên tarîxê pir in.
Sûcê jenosîdê muhrûrîzeman nabe.


XXX
Kurdê piçek aqil di serî da hebe, piçek ûjdan û xîret pê ra mabe hîn jî nabe hevalê AKPê û vê rejîma çete, îslamî-faşîst û antî-kurd.

Di tarîxa Tirkiyê da tu rejîmekê zulmeke hewqasî mezin li kurdan nekir; tu serokkomarekî bi qasî Erdogan li dijî kurdan kîn û nefret venerişiya.

Li dera zulmê li hebe bêterefî bênamûsîye


XXX
Yên serxwebûnê dixwazin, yên dixwazin kurd ji tirkan dûr kevin, yên dibêjin rayan nedin partiyên tirk, yên dibêjin piştgiriya partiyên Tirkiyê nekin dibê dev ji tirkî berdin, bi kurdan ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin.

Dûrketin û veqetandina ji tirkan berî her tiştî ji zimên dest pî dike, ev veqetandin destpêk û şertê hemû veqetandinan e.


XXX

Li ser dîktatoran gotineke Stefan Zweig ya pir wecîz heye, gotiye:

”Hemû dîktatorên haziriya herbê dikin, heta haziriyên xwe bi temamî diqedînin tim qala aştiyê dikin.”

Li Tirkiyê jî eynî wisa dibe, peyva aştiyê ji devê Erdogan nakeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE