07 november 2019

Em ji qijk û qertelan ra bûne berate



Sûriye û rojavayê Kurdistanê bûye wek berateyeke li erdê. Tirkiye, Rûsya û Amerîka jî wek qijik, qertel û sîsarkên sergurî li ser vê beratê kom bûne, hevdu nikil dikin, şerê hev dikin. dikin çavê hev derxin.

Ew dibêje ji min ra, ew dijêje ji min ra. Loqê mezin ewê para kê be hîn ne diyar e.

Ev dinya wiha ye, meriv zeîf û bêpişt be meriv dibe nêçîra qijik û qertelan.



Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, Nato di mesela Erdogan da şaşiyeke mezin dikin.

Yekîtiya Ewrûpa wer bawer dike ewê bi bertîl û xûgiyê Erdogan bêzirar bike, ev ji kok da şaş e.

Xûg û bertî Erdogan bêtir dizazirîne, hartir dike, dike wek gurê devê wî bi xwînê bibe...

Heta bi hezaran (li gorî reqemên resmî 110 hezar) terorîst di bin destê Erdogan da bin ne kurd rehet dikin, ne Sûriye û Îraq û ne jî Ewrûpa.

Heta hewqas qatil girêdayî Erdogan bin ewê tu carî rehet nesekine, bela xwe ji kurdan û ji Sûriyê veneke. Û her roj çend koçberan bişîne ser Yûnanîstanî, Bûlgarîstanê û Ewrûpayê.

Trump , Erdogan

Erdogan li Amerîkayê jî bûye gelşeke siyasî û exlaqî.
Trump bi mazûbaniya Erdogan li Qesra Sipî dixwaze wî xelat bike.

Lê li Amerîkayê gelek kes dibêjin gerek Trump vî merivê sûcê herbê kiriye bi mîvaniya QSê xelad neke.

Erdogan gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirine, heger dîsa jî here li QS bi Trump ra şîvê bixwe, ev yek ji bo Amerîkayê rûreşiyeke mezin e û li hemberî miletê kurd jî bêûjdanî û bêhurmetî ye.


Real Madrîdê do di deplasmanê da 6-0 Galata Saray tarûmar kir. Real Madrîd zalim e, caxa piqehere tiştên wiha dike.
Wer xuya dike îspaniyan heyfa Erdogan ji GSê girtin.
Nikanin xwe bi qurbana kerê kin, bi daran bi palik ketine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE