13 november 2019

Êdî dem hatiye HDP ji meclîsê vekişe...



Rojê çend qeyûman tayinî ser belediyên HDPê dikin. Îro jî 4 belediye ji HDPê girtin û zilamên xwe kirin berpirsiyar.

Li hemberî vê rewşê Sirri Sakik gotiye dibê HDP dev ji belediyên mane jî berde.

Ji zû da ye ez viya dibêjim. Gerek kurd dawiyê bidin vê lîstika tirkan. 

Bi baweriya min ne belediye tenê, dibê HDP ji meclîsê jî vekişe.

Dibê kurd meclîsa tirkan, sîstema wan ya hilbijartinê red û boykot bikin.


Tu sebeb tuneye kurd herin meclîsa tirkan û bi wê sonda irqçî û antî kurd sond bixwin.
Dibê em ji bo meclîsa kurd û Kurdistanê bixebitin, wî mafî bixwazin.

Em ne tirk in û îşê me di meclîsata tirkan da tuneye. Dibê em meclîsa xwe bixwazin,

Dewleta hebûna me, mafê me qebûl neke, dibê em jî wê dewletê, wê sîstemê meşrû nebînin, red bikin, boykot bikin.

Heta hebûna me, statuya me, mafên me, şiklê têkiliya me û tirkan neyên qebûl kirin dibê meriv parlamentoya tirk boykot bike.

XXX
Îro li dinyayê lîderê herî pir tê rexnekirin, herî pir bi nebaşî qala wî tê kirin, herî pir jê tê nefretkirin Erdogan e.

Li dinyayê serokê tu dewletê bi qasî Erdogan ne xwediyê îmajeke xerab e.

Îro li dinyayê miletê qet jê nayê hezkirin û xwedî îmajeke herî xerab e miletê tirk e.

Dinya Tirkiyê wek hêlîna Daîşê dibîne, êdî kes ferqê naxe nabêna Daîşê û tirkan, her kes Tirkiyê wek sponsorê Daîşê qebûl dike.

XXX
Bi hezaran tirk bi herdana Ahmet Altan xemgîn bûbûn, nuha jî bi hezara bi girtina wî pir kêfxweş bûne, pîroz dikin.
Tirk miletekî pir cahil e.

Welatê Ahmet Altan lê were girtin.

Hakimê Ahmet Altan tewqîf bike.

Miletê li hemberî vê neheqiyê, vê zulmê, vê qeşemriyê îsyan neke pûç e, qurişekî jî nake, têkeve binê erdê baştir e

XXX
Mumtaz Soysal du roj berê mirîye, bi Xwedê min nuh bihîst. Kemalîstekî, keftarekî sedîsed û hinekî jî zêde neyarê miletê kurd bû. Tiştê koalîsyona MHPê, AKPê îro dike xeyala wî bû.
Mumtaz Soysal merivekî hewqasî neyarê kurd bû, di sala 2009a da di nivîseke xwe da tehcîra kurdan pêşniyarî dewletê kir, got dibê dewlet kurdan bi tirkmenên Îraqê ra mubadele bike û bi vê riyê rê li ber perçebûna Tirkiyê û çêbûna Kurdistanê bigre. 

Bi mirina wî neyarên kurdan kêm nabin, nuha hema hema ji sedî 99ê tirkan bûne Mumtaz Soysal.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE