08 november 2019

Dinya jî bi qasî tirkan zalim û xedar e !



Tiştekî pir ecêb e li ber çavê hemû dinyayê tirk me qir dikin, di gundê me da bi tankan me dipelixînin û dinya dengê xwe nake. 

Ne NY, ne NATO, ne Amerîka, ne Rûsya kes ji tirkan ra nabêje çima hûn vê zulmê li vî miletê mezlûm dikin?

Tirkan tiştên sed salê berê anîn serê êrmeniyan nuha tînin serê me kurdan. 


Yanî dora jenosîdê nuha ya me ye.

Û him jî ev jenosîd bi destûra Rûsyayê, Amerîkayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, Natoyê û li ber çavê hemû dinyayê dibe.

Tiştê tirk û terorîstên îslamî li rojavayê Kurdistanê dikin bêşik jenosîd e, qirkirina miletekî ye.

Sekreterê NATOyê Stoltenberg  û sekreterê Neteweyên Yekgirtî Gutrres bi xurtî destegê didin dagirkerî û jenosîda kurdan. 

Bi kêmanî ew ne li dij in tirk 2 milyon kurdên rojava ji bikujin û bi çolanxin û welatê wan jî bidin ereb, tirkmen, ozbek, uygur, qirgiz û tirkan.

Min bawer nedikir tiştê tirkan di sedsala 20a da anîn serê êrmeniyên, di sedsala 21ê da ewê bikanibin bînin serê me jî; min digot dinya, Neteweyên Yekgirtî ewê nehêle. Lê dihêlin û him jî baş dihêlin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Pompeo gotiye ”alîkariya me ya bi QSDê ra ewê dom bike” û xwestiye welatên Ewrûpayê jî alîkariya kurdan bikin.

Vanan gotinên vala ne, ji bo aşkirina bîr û raya giştî ye. 

Heger Amerîka ewê alîkariya kurdan bike dibê Tirkiyê bisekinîne. 

Tirkiye li ber çavê leşkerên emerîkî her roj gund û bajarên kurdan bombebaran dike. 

Tankke tirk hîn îro li herêma Dêrikê pê li kurdekî kir û kuşt û him jî li ber çavên leşkerên rûs.

Amerîka bixwaze kane Tirkiyê rawestîne lê ranawestîne, çimkî naxwaze. Çimkî dixwaze tirk me bikujin.

Rûs jî eynî tiştî dikin, ew jî li teror û qetlîanên tirkan temaşe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE