21 november 2019

Dijminê me yê herî xedar...


Li vê dinyayê bi qasî ku tirk neyarên kurdan in, tu kes ne neyarê miletekî din e. 

Bi qasî ku tirk ji kurdan nefret dikin, tu miletek ji miletekî din hewqasî nefret nake; tarîxê, însaniyetê heta nuha kîn û nefretek, dijminatiyeke hewqasî mezin û kûr, irqçîtiyeke hewqasî xedar nedîtiye.


Gava tirkek di medyaya sosyal da teksteke kurdî dibîne, gava navê Kurdistanê û ala kurdî dibîne ji însaniyetê derdikve, dibe zebanî, kîn, nefret, faşîzim, irqçîtî, jahr û gû ji devê wî/wê diherike.

XXX
-Guleke xweşik, şeveke xweş, dostekî xweş her kes dixwaze. Ya muhîm meriv kanibe ji gulê bi sitriyên wê ve, ji şevê bi sire wê ve, ji dost jî bi hemû derdên wî ve hez bike.
///Şems-î Tebrîzî

XXX
-Jiyan liberxwedan e, hezkirin bawerîpêkirin e. Ji bîr meke însan gelek caran hakimê dinyayê ye, hin caran jî êsîrî dilekî biçûk e.
Mewlane Celaledîn

XXX
-Tu cahil î; tu yê bixwînî û fêr bibî.
Tu paşdamayî yî; tu yê xwe bi pêş xî.
Meriv tuneye; tu yê bigihînî, rojekê ewê derkeve meydanê.
Perê te tuneye; tu yê qezenc bikî.
Yanî ji her tiştî ra çareyek heye.
Lê belê gava însan xera bû, çara wê tuneye.
///Ahmed Hamdî Tanpinar

Masî genî bibe meriv xwê dike, lê gava xwê genî bibe tu yê çi bikî?
Li Tirkiyê xwê, yanî civata tirk, însan xera bûne, em nikanin wan baş bikin. Li her welatê îslam hatiye ser hukim civet xera kiriye. Numûneyek jî Tirkiye ye.

XXX
Ji bo ku meriv fikrek baş, xweşik îzah nekir nayê wê meneyê ew fikir şaş e û ji bo ku pir xweşik û mikemel îzah kir, ew fikir rast e.
Gelek fikrên şaş û bi zirar pir xweş, pir bi hosteyî tên parastin, dibin fikrên milyonan û tiştên rast jî ji ber ku baş nayên îzahkirin şaş tên fêmkirin, nayên qebûlkirin.
Her îdeolojî û fikra xwedî terfdar ne rast e, faşîzim, îslamîzim du numûneyên xerabiyên berbiçav in.

XXX
Siba we xêr.
Hêvî dikim îro em li ser rojava û rojhilatê Kurdistanê xeberên xweş bibihîzin.
Xeberên tahl, yên kuştin û xwînê em kurd wek milet pir êşandine, em giş bûne merivên dilbikul.
Bi hêviya dinya zalim û bêmerhemet dengê kurdên rojhilat û rojavayê Kurdustanê bibihîze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE