16 november 2019

Devê xelkê ne doxîn e meriv girê bide

Recep Tayyip Erdogan


Erdogan êdî bi ”terorîstiya” YPGê û YPYDê nayê serî, efendî hinekî din jî pêş da çûye, YPG û PYD ji kurdayetiyê jî derxistiye, gotiye: 

”YPG, PYD ne kur din, yên bibêjin YPG, PYD kurd in heqaretê li hemwelatiyên min ên kurd dikin. Kurdqebûlkirina PYDê û YPGê li hemberî kurdan bêhurmetiyeke mezin e.”

Lê ne gotiye ji kîjan miletî ne, xwezî ew jî gotibûya ewê baştir bûya.

De tu were li min û vî zirzopê zimandirêjê xwenezan.

Min fêm nekir PYD û YPG çima ne kurd in?


Yê bibe serokê welatekî gerek hinekî cidî be, hewqasî jî gotinên beradayî neke.

Lê belê ev mêrik ji cidîyetê pir dûr e, çi tê ber devê wî dibêje.Çimkî şerm nake, lema jî hewqasî bêûjdan û zalim e.

Merivê şerm û heya pê ra nemîne, însaniyet jî pê ra namîne, dil kor dibe.

Tirkan serokekî tam layiqî xwe dîtine, beroş gindiriye qapaxa xwe dîtiye.

Diyar e kî layiqî çi be ew dibe nesîbê wî. Însan baş bin, yên wan îdare dikin jî baş dibin. 

Na heger însan xerab bin, yên li ser serê wan jî wek wan xerab dibibn. Çimkî serok û siyasetmedarên civatan ji asîmanan nayên, ew ji nav civatê derdikevin.

Ev mêrik jî layiqî miletê tirk e. 

Lema jî tirk jê pir hez dikin. Ev 17 sal in didin ser serê xwe, çi dike jî dibêjin te baş kiriye.

Çimkî neyarê kurda ye. Antî-kurdayetiya wî, ew kiriye serdilkê tirkan, çep, rast, dîndar, faşîst, îslamî her kes jê ra li çepikan dixe, halana tê dil dide.

Yanî tirk misteheqê serokekî wiha ne.

Lê xwezî ew tenê wiha bûya, serokên hemû partiyên din jî ji efendî ne baştir in. Bahçelî, Kiliçdaroglu, Perînçek û yên din jî wek wî ne.

Tirk dibêjin Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE