29 november 2019

Bi vê siyasetê em tiştekî bi ser avê naxin


-Ji dostê xwe hez dikim, lê belê dijminê min jî bi kêr tê. Dost hêza min nîşan dide, dijmin jî wezîfeya min.
Friedrich Schiller

Hin berpirsiyar û siyasetmedarên başûr dost û dijminên xwe ji hev nagerînin. Ji bo wê jî dijmin tu wezîfeyekê bi bîra wan naxe.

Lê yê bi çavê dost li dijminê xwe binêre xwe dixapîne û ewê bedelekî pir mezin bide.

Hukûmeta AKPê ne neyarê partiyekê tenê ye, ew neyarê hemû kurdan ye, gorra hemû kurdan dikole. Di referandûma serxwebûnê da Erdogan û hukûmta wî ev neyartiya xwe baş nîşan da.

Tu bertîl û zeytkirin Erdogan û hukûmeta wî ji vê neyartiya miletê kurd dûr naxe.

XXX
Dijminê herî tahlûke yê dijminatiya xwe vedişêre, yê bi rû dost e, lê bi dil dijmin e.

Tirk dijminatiya xwe ya bi kurdan da qet venaşêrin, kîn û nefreta xwe, neyartiya xwe him bi rû, him bi gotinê û him jî di prakîtîkê da her roj nîşan didin.

Mesela nahêlin di meclîsa wan da kurdek du gotinan bi kurdî bibêje.

Nahêlin mîvanê wan ê kurd li ba wan bi kurdî bipeyive.

Berpirsiyar û serokên Tirkiyê dibêjin dera em lê bin gerek bi kurdî neyê peyivandin.

Lê hin kurdên başûrê Kurdistanê hîn jî newêrin ji vî neyarê xedar ra bibêjin dijmin, hîn jî bi zimanê dostan qala vî neyarê serê xwe dikin.


Bi xêr û xweşî zivistana me îro dest pê kir. Û ez jî bîsteke din rêwî me. Ez ji berfê hez dikim. Lê gerek bedena xwe germ bigrim, ya na merivê kal zû sermê digre.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE