17 november 2019

Bi piştgiriya Amerîkayê û Rûsyayê Tirkiyê welatê me dagir gelê me bi çolan xist



Li rojavayê Kurdistanê êrîşên Tirkiyê ser kurdan bi berfirehî berdewam in. Agirbest filan vir e, tirk bi şev û roj qet nabênê nadin êrîşên xwe.

Destê Trump jî di xwîna kurdan geriya ye.

Xwedêgiravî bi Tirkiyê ra peymana agirbestê çêkirine, gerek nehêlin tirk êrîş bikin. Lê dihêlin.


Bêdengmayina Amerîkayê bêexlaqîye û sûc e. Li gorî peymanê dibê tirkan êrîş nekira. Tirk peymanê îhlal dikin û ji xwe tu carî jî rîayetî peymanê nekirin.

Di vê rewşê da dibê Amerîka midaxale bike. Dema neke ew jî bi qasî tirkan sûcdar in.

Xwedêgiravî ewê Tirkiye ceza bikirana !

Ka gefên Kongrê, Senatoyê û senatoran ?

Hemû vir e...

Tenê gotin e, heger bi rastî ne havlê vê terora Tirtkiyê ne dibê midaxele bikin. Gotin, peyvên xweş alîkariya me nake. Dibê êrîşên Tirkiyê bidin sekinandin.

XXX
Îranê torên medyaya civakî hemû qedexe kir. Li seranserî Îranê înternet tuneye. Rejîma meleyan dixwaze bi vî hawî rê li ber belavbûna xeberan bigre.

Li Îranê û Kurdistanê gelek kuştî hene, pasdaran xelk gulebaran kirine. Lê bûyer nasekinin.

Kurd dibê zû xwe bidin ser hev, îhtîmala mezinbûna bûyeran heye.

Îraq jî diheje, hîn sakîn nebûye. Sûriye, Îraq û Îran bi hev ra dikelin, li her sê welatan jî rewş ne diyar e, her tişt kane bibe. Kurd dibê xwe baş organîze bikin û ji her surprîzê ra amade bin. Li hersê welatan jî yekîtî şert e.

XXX
Li çend bajarên Îranê ji ber buhakirina benzînê gel serî hil da. Li Xozistanê, Meşhedê, Şîrazê û çend bajarên din bi hezaran însan daketin meydan û kolanan û hukûmet protesto kirin û agir berdan bankaya merkezî.

Îran û Tirkiye maka hemû tevlihevî, şer û xerabiyên herêmê ne. Ev herdu welat tiliya wan di hemû şer û tevliheviyên Rojhilata Nêz û Navîn da hene.

Heta ev herdu rejîmên îslamî-faşîst hilnewişin li herêmê aramî ne mimkûn e.

Gelên Îranê û Kurdistanê çend caran hewil dan vê rejîma îslamî birûxînin, lê bi ser nekitin.

Hêvî dikim serîhildan berfireh bibin û gelên Îranê û Kurdistanê vê carê zora jvê dîktatoriya îslamî bibin û jê xelas bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE