06 november 2019

Bi gotineke şaş dinya xera nabe

Nêçîrvan Barzanî


Gotinên Nêçîrvan Barzanî li ser sebebê êrîş û dagirkeriyê Tirkiyê gotin şaş in, ji kok da ne rast in.

Dibê meriv bi zor tu maneyên din jê dernexe û bibêje weleh ne rast e, şaş e. 

Gelşa Tirkiyê ne bi vê partiyê û bi wê partiyê ra, her tim bi kurdan ra û bi Kurdistanê ra ye. PKK  û nizanim kîjan partî maskeya ant-kurdbûna wan e.


Tirk dixwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê dernekevin û nebin xwedî maf û desthilat, ji bo ku bingeha avabûna Kurdistanê çê nebe. 



Ji bo ku ji kurdên bakur ra pişt çê nebe, nahêle li Îraqê û li Sûriyê jî kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe. PKK, maskeya neyartiya kurd û Kurdistanê ye, Tirkiyê berî PKKê jî bi kurdan ra eynî neyartî kiriye.

Lê ne hewceye meriv gotinên Nêçîrvan Barzanî zêde mezin bike. Bi gotineke şaş dinya xera nabe. Rexneyên zêde û gotinên ne xweş zirarê didin yekîtiya kurdan. 

Dibê meriv bi rexneyên xwe nabêna kurdan xera neke, zemînê ji dijmin û provakatoran ra xweş neke.

Îro ne roja berberiyê û dijminatiya nava xwe ye, yekî gotinek şaş kir jî dibê meriv qiyametê raneke. 

Fêsad û provakator pir in, dibê PKK û dilxwazên wê neyên lîstika dijmin. Meriv wê dîtina wî bi şiklekî maqûl rexne dike, dibêje ev analîza te şaş e.

Hukûmeta Kurdistana Federe û kurdên başûr ji bo rojavayê Kurdistanê tiştên pir baş jî dikin, îro ji her demê bêtir hewcedariya me bi alîkariya hukûmeta Kurdistanê heye. Dibê meriv bi rexneyên xwe, bi gotinên xwe yên giran zirarê nede vê atmosfera baş.

Her keurd zane gelşa tirkiyê ne bi PKKê, bi PYDê û bi vê partiyê û bi wê partiyê ra, bi kurdan ra ye, bi statuya kurdan û bi Kurdistanê ra ye. Bêguman Nêçîrvan Barzanî jî viya zane, lê dîsa jî ew gotin ji devê wî derket. Lê şaş e û dibê meriv viya bi zimanekî siyasî bibêje tiştê tu dibêjî ne rast e.

Tirk her tim dibêjin şaşiya me li Îraqê kir, emê li Sûriyê nekin, emê tu carî nehêlin ”bakurê Sûriyê jî çê bibe”, ”emê nehêlin dewleta terorê ava bibe.”

Di referandûma serxwebûnê da ne PKK bû, lê Tirkiyê dîsa jî qiyamet rakir, ji PKKê bêtir êrîş bir ser PDKê û Mesûd Barzanî.

Tirkiye li Japonyayê jî li dijî kurdan û zimanê kurdî ye, qebûl nake nake di zanîngeheke Japonyayê da bi kurdî ders were dayin.

Yanî neyartiya tirkan bi kurdan ra mesela axê, Kurdistanê û serxwebûna kurda ye. Ji bo ku rojekê Kurdistan çê nebe li her derê êrîşî kurdan dike, nahêle kurd li tu beşekî Kurdistanê azad bibin. Viya ji bo xwe tahlûke dibîne, dibêje ewê ji kurdên bakurê Kurdistanê ra bibe pişt.

Sebebê neyartiya PKKê û PYdê jî ev e. Li rojava ne PYD, ENKS jî bûya Tirkiyê ewê eynî tişt bikira. Wek li başûr di referandûma serxwebûnê da li hemberî PDKê û YNKê kir.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE