20 november 2019

Bi bêxewiyê min çend salan jiyana xwe kin kiriye



Roja we bi xêr be!

Ev çend roj in min rûtîna xwe ya rojane hinekî guhertiye; êdî sibehan piçekî derengtir radibim.

Berê bi şev dereng radiketim û sibê jî zû radibûm. 

Bi şev saet li dora yek û nîvê, duduyê şevê radiketim û saet di şeş, şeş û nîvê sibê da jî radibûm. 

Yanî rojê li dora 4, herî zêde 5 saetan radiketim. Çima hûn nabêjin bi vê bêxewiyê min malik li xwe viritandiye, yanî umrê xwe çend salan kin kiriye.


Wê rojê di telewîzyonê da min li programekê temaşe kir, tuxtorekî alimê xewê got xewa kêm umrê meriv kin dike, bi taybetî kal û pîr dibê xewa xwe baş bigrin, yê xewa xwe baş negire zû dimre. Got 4-5 saet xew hindik e, dibê meriv bi şev  6-8 saetan rakeve. 

Got xewa bi roj wek ya bi şev nabe, ciyê wê nagire, baştir e meriv bi şev xewa xwe baş bigire. 

Li ser vê, ez hinekî tirsiyam, min got wê demê min malik li xwe viritandiye, min çend sal jiyana xwe kin kirirye. 

Çimkî ez tu carî 7-8 saetan  ranakevim, rojê herî zêde 4-5 saetan radikevim. 

Piştî programê min rûtîna xwe guhert. 

Ji wê rojê da min sateên xewa xwe hinekî dirêj kir; dîsa dereng radikevim, lê sibehan wek berê zû ranabim, saet li dora 08.00 radibim. Yanî bi ser heftan dikeve.

Ez ji xwe ra fikirîm, min tu feyde di mirina çend salan zûtir da nedît. Ez 4-5 salaln zû bimrim ne feydeya min tê heye û ne jî ya xwendevan û nas û dost û hevalên min tê heye. 

Ezê çend salan zûtir ji ber pozê tirkan û hemû dijminên me da bikevim, ewê kêfa wan were. 

Di ser da ewê yekî her roj bi kurmancîya şîrîn dinivîse û tirkîhezan tim rexne dike kêm bibe.

Yanî hûn ji kîjan alî da lê binêrin, mirina min ya zû, umrê minê kin ne li fêda min û gelê min e, tenê li fêda dijmin û xêrnexwazên min e. 

A ji ber wê jî ev çend roj in ez sibehan hinelî dereng radibim û dereng dest bi nivîsê dikim.
Heta xurîniya xwe dikim saet kêmzêde dibe neh. 

Min xwest bi vê nivîsê haya xwendevan û şopînerên xwe jî bigihînim vê rûtîna xwe ya nuh. 

Ez merivekî ji dîsîplîne hez dikim, kêfa min ji bohemîyê ra, ji jiyana bêserûber ra nayê. 

Û bi Xwedê ji mirina zû jî hez nakim, çimkî ji bo kurdan û ji bo tu kurdî tu feydeyekê tê da nabînim.

2 kommentarer:

PARVE BIKE