18 november 2019

Aqilê tirkan



Gava mentalîte feqîr be aqil zirzop, ûqela dibe.

Kurdan gotiye aqilê sivik, barê giran. 
Mentalîteya tirkan pir feqîr û pir xerab e, di serî da kurdan, xiristiyanan(bi gotina wan gawir)her kesê ne tirk neyarê xwe dibînin. 

Ji bo ku kêmaqil in pir qure û şerûd in, bi hemû cîranên xwe ra ne li he vin. 

Jiyana wan wer teşxeleye, bê teşxele, bêyî şer û pevçûna bi hinekan ra nikanin bijîn. Her tim hin dijminên pê ra di şer da hene.


Kanibin bi kê êrîş dikinê.

Herî bêtir jî kanin bi me. Lema jî bênabên xwîna me diherikînin. Tew nuha bi keriyan qatil û celadên ereb û îslamî bi dest xistine, lema jî bêtir har bûne. Çimkî ehmeqên bidin kuştin pir in. Ji wan kes nayê kuştin.


Ji bo ku aqilsivik, totikvala ne xwe pir qurre dikin, xwe wek dîkê elokan dinepixînin û gav û saetê di eleyhê dinyayê da dibpeyivin. 

Di telewîzyonan da heta sibehan paşgotiniya xelkê dikin.



Kurdên li Misrê dijîn ji bo rojavayê Kurdistanê li Erdogan gilî kirin
Kurdên misrî di pêşengiya Mecîd el Kurdî da erzûhalek dane serdozger û ji ber sûcên tirk li rojava dikin li serokê Tirkiyê Erdogan gilî kirine.

Kurdan di erzûhala(gilînameya) xwe da gotine leşkerên tirk û çeteyên îslamî yên girêdayî Tirkiyê li rojavayê Kurdostanê xelkê siwîl kuştine, sîlehên yasaxkirî, gaza fosfor bi kar anîne û sûcên li dijî mirovahiyê kirine.

Ji bo wê jî dibê serdozger di heqê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da dozê veke

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE