03 november 2019

Antonio Guterres bi devê Erdogan dipetive

Erdogan û Antonio Guterres


Sekreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres li Stenbolê bi serokê Tirkiyê Erdogan ra rûnişt û mesela koçberên Sûriyê pê ra minaqaşe kir.

Tiştên li ser hevdîtina Guterres û Erdogan di medyaya tirk û ya Neteweyên Yekgirtî da tê gotin sikandal e, Erdogan daxwaza xwe ya guhertina demografiya rojavayê Kurdisgtanê bi Neteweyên Yekgirtî daye qebûlkirin.


Erdogan ji sekreterê NY ra gotiye, min li Sûriyê hin der ji kurdan paqij kir, nuha Serêkaniyê, Girê Sipî, Efrîn û hin derên din di bin destê me da ye. Em dixwazin 3,6 milyon erebên li Tirkiyê bibin li wan deran bi cî bikin. 

Lê ji bo ku em kanibin ji wan ra gund û bajaran, xaniyan ava bikin pere lazim e, dibê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya me bike, pera bide me. Emê jî li wan deran bajaran ava bikin.

Sekretekê NY  Guterres jî pêşniyara Erdogan baş dîtiye û gotiye ”emê pilana Tirkiyê ya avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê tetkîk bikin…”

Tirkiyê rojavayê Kurdistanê dagir kiriye, 400 hezar kurd ji malên wan derxistine û bi çolan xistine, bi hezaran însanên siwîl kuştine û birîndar kirine. Tirkiyê li hemberî xelkê siwîl xaza fosforê bi kar aniye, birîndarên vê xazê hene. 

Sekreterê NY Antonio Guteress ji dêlî hesabê van cînayetan ji Erdogan bipirse, piştî hevdîtinê ji ber hevakariya Tirkiyê ya bi NYê ra Erdogan teqdîr kiriye û gotiye ”ji bo ku em bala xwe bidin pêşniyara Tirkiyê, emê bi lez tîmekê ava bikin û bi meqamên Tirkiyê ra dest bi hevdîtinan bikin.”

Ev tê maneya Neteweyên Yekgirtî tiştê Tirkiyê heta nuha kiriye û tiştê dixwaze bike qebûl dike.

Ji bo kurdan ev felaketeke mezin e. 

Ji dêlî NY here Tirkiyê, li ser sûcên Tirkiyê yên li dijî qanûn û peymanên navnetewî kirine lêkolînê bike, pêşniyara Erdogan ya guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê qebûl dike û dixwaze di vî warî da ji Tirkiyê ra bibe alîkar.

Di malpera Neteweyên Yekgirtî UN Newsê da ji kurdan ra dibêjin ”terorîst” û ji çete û qatilên Daîşê ra jî dibêjin ”ekstiremîst.”

Ev skandal e.
Dibê PYD û hemû kurd miheqeq vê şêla sekreterê Neteweyên Yekgirtî rexne bikin û bi xurtî li dij derkevi.

NY çawa kane pêşniyara Erdogan qebûl bike?

Malpera UN News, çawa kane ji şervanên kurd yên ku li hemberî hêzeke dinyayê ya herî dirinde û terorîst şer kirine, 11 hezar şehîd dane, welat û namûsa xwe parastine, tiştekî wiha bibêje, bibêje terorîst?

Pêşniyara Erdogan guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê ye, Erdogan dixwaze bi milyonan kesên ne ji wê herêmê li gund û bajarên kurdan, di malên kurdan da bi cî bikin.

NY çawa kane pêşniyrareke wiha rexne neke, red neke û di ser da jî hêjayî tetkîkê bibîne?

Dibê PYD û hemû dostên kurdan vê şêla sekreterê NY bi şîdet şermezar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE