23 oktober 2019

Yên heta nuha em bindest hîştine ewrûpî û emerîkî ne



Hemû gelên li Afrîka, li Asya û li Ewrûpayê yên berê wek me kurdan bin dest bûn, bi alîkariya ewrûpiyan, emerîkiyan û Neteweyên Yekgirtî serxwebûna xwe bi dest xistin. 

Di vê sedsala dawî da li Asyayê, Afrîkayê û Ewrûpayê yek welat jî bêyî alîkariya ewrûpiyan rizgar nebûye. Hemû bi alîkarî û destegên derve xelas bûn.


Ewrûpiyan, dewletên mezin alîkariya me kurdan tenê nekirine,  nehîştine em tenê ji bindestiyê derkevin û bigihîjin azadiya xwe û bibn xwedî dewleteke netewî. 

Yê heta nuha em kurd bindest hîştine, nehîştine em ji bin destê ereban, farisan û tirkan xelas bibin, rûs in, alman in, îngilîz in, fransiz in û emerîkî ne. 

Heger van dewletan piştgirî bidana me û di warên siyasî, aborî û leşkerî da alîkariya dijminên me nekiribûna, em ji zû da gihîştibûn azadiya xwe û me Kurdistan çê kiribû.

Lê ewrûpiyan nehîtştin Kurdistan çê bibe. Tu carî nexwestine kurd bibin xwedî dewlet, tim alîkariya dijminên me kirine û bi xêra alîkariyên wan dijminên me tim em şikandine, zora me birine.

Îro jî li Îraqê û li Sûriyê eynî fîlm dubera dibe, emerîkî û ewrûpî nahêlin em ji Îraqê û Sûriyê veqetin, dixwazin em bindest bimînin.

Sebebê vê yekê çi ye ez nizanim. Bes tiştê min ji tarîxa me fêm kiriye û tiştê îro ez dibînim, li dinyayê ewrûpî naxwazin em kurd ji bindestiyê razgar bibin, bi qasî tirkan ew jî li dijî çê bûna Kurdistanê ne.

Yanî yên heta nuha nehîştine em kurd azad bibin û dewleta xwe ava bikin ewrûpî ne, wan em bindest û kole hîştine, wan nehîştiye Kurdisgtan ava bibe.

Û yên îro jî nahêlin em kurd bibin xwedî dewleteke netewî dîsa dewletên ewrûpî ne, NATO ye, Rûsya ye.

Heger ev dewletên min navên wan gotin dijminatiya me nekin û piştgiriyê nedin dijminên me, emê zû azad bibin.

Lê ew nahêlin, ew jî wek tirkan dixwazin em tim bindest bin û Kurdistan çê nebe.

Çima hewqasî li dijî me ne, çima piştgiriyê nadin avabûna Kurdistanê ez baş nizanim, lê naxwazin, di ser da li dij in.

Numûna herî dawî Îraq û Sûriye ye. 

Li van herdu welatan jî kurd nêzî serxwebûnê bûn, lê Amerîkayê, NATOyê û Rûsyayê nehîştin em li başûr û rojavayê Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE