22 oktober 2019

Xayinên me pir in


Tiştê nuha pir min diêşîne û fena ku yek xencrekê li pişta min xe, ji hovîtiyên dijmin bêtir, xayintiya kurda ye, kurdê bi kuştin û koçberiya birayê wî dilê wî naşewite, piştgiriyê dide wahşet û dagirkeriya dewlata tirk û qatilên Daîşê.

Gava meriv van xayinên qewmê xwe dibîne, meriv ji kurdbûn û însanîyeta xwe fedî dike.


Îcar ev xayin wir pir in, wer pir in, aqilê meriv disekine.

Ji me çima hewqas xayin derdikevin ez fêm nakim?

Û him jî xwe venaşêrin.

Xayintiyê, cahşîtiya ji dijminê xwe ra wek şerefekê dibînin.

Xwedê kir ez pir kêm bala xwe didim telewîzyonên tirkan, carnan di netê rêya xwe pê dixim.

Ji xwe li mala me kanalên tirkî filan tuneye.

Îşev min got ez binêrim TRTkurdî çi dike, ez poşman bûm.

Keriyek cahşên dewletê êrîş û dagirkeriya tirkan pîroz dikirin, digotin tirk baş dikin, bira PYDê bikujin, ez ketim binê erdê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE