18 oktober 2019

Trump û Pûtîn em û welatê me bi hev ra wek diyarî dane Erdogan.



Xwedêgiravî Tirkiyê do agirbest qebûl kir. 

Lê vir e, balafirên tirk bi rengekî bênabên bajaran bombebaran dikin, siwîlan dikujin û nahêlin alîkarî bi birîndaran ra bibe.

Û ev barbarîya tirkan jî li ber çavê Amerîka, Rûsya û hemû dinyayê dibe.

Amerîka jî midaxele nake, nabêje çima tu êrîş dikî?

Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, NATO, Yekîtiya Îslamî, bi kurtî tu kes li hemberî tirkan tiştekî cidî nake. Her kes li barbariya tirkan temaşe dike.


Macronê berî şer gelek fort dida xwe, gotiye ewê di nava çend hefteyan da bi Erdogan ra rûne.

Ancax meriv hewqasî qeşmer dibe.

Trump û Pûtînê zalim û xwînrêj em û welatê me bi hev ra diyarî Erdogan kirin.

Erdogan, Trump û Pûtîn ji bo ku xurt in welatê me wek xenîmetekê li hev da par dikin, difroşin hev. Zalimî û bêûjdaniyeke wiha nehatiye dîtin.

NATO jî li pişt vê jenosîda me ye.

Heger ne li pişt bûya ewê saha hewa li balafirên tirk yasax bikirana.

Di sedsala 21ê da tirk bi darê zorê me ji welatê me derdixin û dixwazin wek milet li ser koka me rûnin û vê yekê jî li ber çavê Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dinyayê dikin, hemû dinya li vê barbarîya tirkan û jenosîda me temaşe dike. 

Diyar e hemû welatên dinyayê jî wek tirkan dibêjin gerek em li vê dinyayê tunebin, gerek em kurd werin qirkirin.

XXX
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser êrîş û qetlîamên Tirkîyê li hemberî kurdên rojava gotiye:

”Min got divê hinekî li hev xin. Divê hûn destûrê bidin bira mîna du zarokan li baxçe li hev xin, li hev xin û paşê hûnê wan ji hev vekin. Çend rojan şer kirin û ew şer têra xwe sert bû.’’

Belê ev psîkopat merivekî hewqasî sadîst e, êrîşa Tirkiyê ya bi tank, top û balafiran û bi hezaran celad, wêrankirina bajarên kurdan û kuştina bi hezaran kurdî, wek şerê zarokan dîtiye û gotiye, bihêlin bira tirk hinekî bikujin, bi ra hinekî li hev xin, dû ra emê wan ji hev veqetînin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE