18 oktober 2019

Tirkiyê û Amerîkayê li ser dagirkirina rojavayê Kurdistanê li hev kirin



Erdogan him kursiya xwe û him jî serê xwe xelas kir !

Erdogan bi qebûlkirina rawestandina şer û şertên Amerîkayê pir biaqilî kir, bi vê teslîmbûnê him serê xwe ji ben xelas kir û him jî aboriya Tirkiye ji batbûnê.

Heger Erdgogan guh neda şîreta Trump, ewê him şer wenda bikira, him têketa qulikê û him jî di warê aborî da Tirkiye bat bikira.

Lê bi vê peymanê mêrik serê xwe jî, kursiya xwe jî û aboriya Tirkiyê jî xelas kiriye û dagirkeriya xwe jî bi Amerîkayê daye qebûlkirin.


Çimkî israra di şer da, qebûlnekirina şertên Amerîkayê dawiya wî bû.

Peyman ji bo kurdan çi tîne, çi dibe, hîn baş ne zelal e, min hîn nedîtiye. Naveroka wê çi ye dibê meriv bibîne. Ka em binêrin PYD çi dibêje, çerçewa vekişandinê çi ye, dibê baş zelal bibe.

201910-17
XXX
 Min tirkiya peymana di nabêna Amerîka û Tirkiyê da hatiye îmzekirin xwend.
Peyman 13 made ne. Ji bo kurdan peymaneke pir xerab e, tirkan dagirkerina xwe ya 30 km kûrahî bi Amerîkayê dane qebûlkirin.

Amerîka ewê dev ji danîna Ambargoyê jî berde.
Dibê aliyê kurd peymaneke wiha ebeden qebûl neke, ev, qebûlkirina dagirkeriya Tirkiyê ye.
2019-10-17

XXX
 Ji alî PYDê ve qebûlkirina peymana Amerîka û Tirkiyê bi vî hawî, qebûlkirina dagirkeriya Tirkiyê û ebedîyen devjêberdana ji rojavayê Kurdistanê ye.

Tirkiye dixwaze 450x30km axa Kurdistana rojava dagir bike û demografiya herêmê biguhere. Bi vê peymanê digihîje wê hedefa xwe.

Dibê PYD vê peymanê red bike.
2019-10-17



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE