28 oktober 2019

Tirkiye hêlîna Daîşê û terorîstan e



Bala min lê ye medyaya cîhanê, serok û berpirsiyarên welatan hîn jî Daîşê wek tevgereke bi Tirkiyê ve negirêdayî be nîşan didin. 

Ji bo ku el Bexdadî li gundekî Idlibê li ser sînorê Tirkiyê xwe veşartiye gelek kes metmayî dimînin, dibêjin çawa kanîbû xwe li wir veşarta, çima Tirkiyê ew nedît?


Cihênîşandana Daîşê ji Tirkiyê safiyeke mezin e û dîtineke ji bin da şaş e. Daîş ji roja li Sûriyê şer derketiye girêdayî Tirkiyê ye, artêş û MITa tirk Daîş sewq û îdare kiriye.

Ne mimkûn e Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê û Rûysya vê rastiyê nizannibin. Heger heta nuha nizanîbûne wê demê ne tiştek in. Lê hemû jî zanin.

Di operasyona kuştina el Bexdadî da Amerîkayê xeber nedaye Tirkiyê û Încirlik jî bi kar neaniye. 8 helîkopter û tîma operasyonê ji Hewlêrê çûne.

Ev jî nîşan dide Amerîkî baweriyê bi tirkan naynin, lema jî haya wan bi operasyonê nexistine.

Lê ji destpê da, pênc meh berê, bi kurdan ra, bi HSDê ra dest bi operasyonê kirine.

Yanî kurd ji destpê da ji operasyonê agahdar in û di nav da ne, lê haya tirkan jê tuneye. Ji bo nerevînin, veneşêrin, emerîkiyan xeber nedane Tirkiyê.

Ev bûyer jî nîşan dide Amerîka zane el Bexdadî li ba Tirkiyê ye. Lê dîsa jî tiştekî bi Erdogan nakin. Ev pir xerîb e.

Daîş, Nusra û nizanim kîjan hêza îslamî ferq nake, hemû jî di bin emrê Erdogan da ne û bi emrê Tirkiyê tên îdarekirin. Tirkiye her carê navekî li wan dike.

Kuştina el Bexdadî li gundekî Idlibê sifir km. li ser sînorê Tirkiyê jî nîşan dide el Bexdadî mîvanê Tirkiyê bûye, heta nuha Tirkiyê ew parastiya.

Di vir da tiştê ecêb Amerîka, Rûsya, dinya  hîn jî ji ber hevkariya Tirkiyê bi Daîşê ra bi gewriya Erdogan nagire, nabêje Tirkiye li pişt Daîşê ye. Ev oportunîstiya dewletan, ev bêdengiya wa nya li hemberî Erdogan meriv matmayî dihêle.

Dawiya dawî serokê Daîşê El Bexdadî jî li Idlibê mîvanê Tirkiyê derket, li gundekî di bin destê wan da hat kuştin.

Lê ne el Bexdadî bi tenê, hemû serok û kadirên Daîşê yên muhîm li Tirkiyê ne, di bin destê tirkan da ne û bi emir organîzeya Tirkiyê hereket dikin. 


Ji wan hinek neqlî herêma Efrînê kirine û hinekan jî li Idlibê vedişêrin. Hinek jî li Tiriyê ne.

Ji xwe carnan bi derewan qala girtina wan dikin. Lê vir e, dezînformasyon e, ji bo xapandina dinyayê xeberên wiha belav dikin.

Ebû Hesen Muhacir

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî gotiye, di operasyoneke hevbeş a HSDê û hêzên Amerîkayê da, “destê rastê yê Ebûbekir Bexdadî û berdevkê DAIŞê Ebû Hesen Muhacir jî li Cerablusê hatiye kuştin.”


Bi kurtî Daîş ji alî artêş û MITa tirk ve tê îdarekirin, dibê hemû dinya viya bizanibe û heta Erdogan li ser hukim be, heta şerê Sûriyê neqede Daîş jî belav nabe, bêtesîr nabe, Tirkiye ewê tim û tim wê li Sûriyê li hemberî kurdan û li hemberî rejîmê bi kar bîne.


XXX
Ez medyaya tirk takîb nakim, lê ez wer bawer dikim bi kuştina El Bexdadî li Idlibê nuha tirk pir xemgîn bûne û agir ketiye wan Derketina serê El Bexdadî li Idlibê tê maneya ew mîvanê Erdogan bûye. Ji bo ku wî baş biparêzin ew ji nava Daîşê derxistine û birine li Idlibê bi cî kirine.

Tirkan hemû serok û kadirên Daîşê yên muhîm li Efrînê û li Idlibê bi cî kirine.

Nuha ewê hinekan jî bibin li Serêkaniyê û li Girê Sipî bi cî bikin. Ji bo ku beşekî qatil û çeteyên Daîşê ji Tirkiyê derxin, ji wan ra cîyên saxlem lazim e. Efrîn û Idlib nuha hêlîna wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE