25 oktober 2019

Tirkiye ereban bi zor di malên kurdan da bi cî dike



Rêxistina Efûyê ya Navnetewî(Amnesty International) di rapora xwe ya dawî da dibêje ”Tirkiye koçberan bi xapandin û bi zor dişîne Sûriyê.”

Tirkiye bi xapandin û bi zor erebên li Tirkyê dibe di malên kurdan da bi cî dike. Ev qirkirina miletekî ye, jenosîd e. Dibê em dinyayê ji vê jenosîda tirkan haydar bikin.


Tirkiyê vegera koçberên Sûriyê wek medeyekê xist peymanên bi Amerîkayê ra û bi Rûsyayê ra îmze kirin. 

Tirkiye dixwaze li gund û bajarên dagir kiriye bi lez ereban bi cî bike û bi vî hawî demografiya rojavayê Kurdistanê biguhere. Ev pilna jenosîda miletekî ye, sûcekî li hembeî însaniyetê ye.

Ji bo vê pilna xwe bi cî bikin bi hezaran kurd ji herêma Efrînê derxistin û ereb û tirkmen di malên wan da bi cî kirin.

Tirkiye nuha eynî tiştî li Girê Sipî, li Serê Kaniyê û li gunên wan dike.

Serê Kaniyê bi tevayî ji kurdan vala kirin, nuha koçberên ereb di malên kurdan da bi cî dikin.

Dibê kurd, PYD ji Amerîkayê û ji Rûsyayê daxwaza midaxeleya vê rewşê bikin. Meseleya herî muhîm ev e, dibê kurd vegerin malên xwe.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî(Amnesty International) di rapora xwe ya dawî da balê dikşîne ser vê meselê û dibêje ”Tirkiyê bi sedan koçber ya bi xapandin, ya jî bi zorê şandine Sûriyê.” 

Di raporê da tê gotin ”hin koçber bi destên kelemçekirî, bi zor, bi lêxistin li otobozan hatine siwar kirin û belgeyên vegera bi daxwaz, bi wan hatine îmzekirin. Hinekan jî bi soza ewê beteniyan bigrin, bi xapandin belgeyên vegerê îmze kirine.”

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî(Amnesty International) piştî ku bi gelek kesan ra rû bi rû peyivîye ev rapora xwe hazir kiriye.

Wek di vê rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî da jî xuya dibe Tirkiyê dest bi guhertina demografiya Kurdistanê kiriye. Û him jî pir bi lez dike. 

PYD, rêxistinên kurdan dibê vê meselê di medyaya cîhanê da derxin pêş û ji dinyayê, ji Amerîkayê, ji Rûsyayê, ji Neteweyên Yekgirtî alîkariyê bixwazin.

Tirkiye dewleteke çete ye û êdî wek MAFYA yê herket dike, metodên MAFYAyê bi kar tîne.



XXX
Îro serokên du dewletan, Erdogan û Trump ji bo hemû dinyayê tahlûkeyeke pir mezin in.
Trump ji bo hemû dinyayê, Erdogan jî ji bo me kurdan û ji bo Ewrûpayê tahlûkeyên mezin e.
Heta ev herdu meriv li ser hukim bin dinya, em kurd û Ewrûpa tu carî rehet nake.


XXX
Sekreterê NATOyê Stoltenberg nexwestiye dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê mahkûm bike, gotiye, ”li ser sînor gelşên Tirtkiyê yên ewlekariyê yên bi heq hene.”
Stoltenberg xulamekî tirkan û rûreşiyeke NATO û Norweçê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE