28 oktober 2019

Tirkan heb û narkotîka xistine nav keks û xwarinên firotine Kurdistana Federe


Tirkan bi riya keks, şîranî, çoklat û xwarinên firotine başûrê Kurdistanê bi salan kurd û zarokên kurd jahrdadayî û seqet kirine, heb xistinenava xwarinan.

Şîrketên tirk yên tiştên xwarinê firotine başûrê Kurdistanê ji bo ku kurdan û zarokên wan seqet bikin, bi nexweşyên giran bixînin derman, narkotîk û heb xistine nava keks, şekir, çoklata û şîraniyên şandine Kurdistana Federe.

Wek di vîdeoyê da jî xuya dibe, ev yek di dema îmalatê da kirine, yanî ne tiştekî dû ra ye.

Kurd çawa heta nuha pê nehesiyan e ecêb e?

Li hember miletekî sûcekî bi vî rengî nehatiye dîtin, tarîx hîn nebûye şahidê namerdiyeke bi vî rengî.

Sûcekî pir mezin û giran e, bêşerefiyeke wiha nehatiye dîtin...

Hukûmeta Kurdistanê dibê wan heban miheqeq bide tahlîlkirin û di heqê van şîrketan da li Kurdistanê û di dezgeh û mahkemeyên navnetewî dozê veke. Meselê bibin Neteweyên Yekgirtî.

Bi îhtîmaleke mezin tiliya hukûmetê jî di vî sûcê giran da heye, şîrketek bi serê xwe tiştekî wiha nake, miheqeq tiliya dewletê tê da heye. 

Mesele pir cidî ye. Tişt kirine sûcekî pir giran ê li dijî mirovahiyê ye, dibê ser viya neyê girtin.

Dibê kurdên bakur jî van tiştan miayene bikin. Tu sebeb tuneye eynî tiştî li bakurê Kurdistanê jî nekin. Bi baweriya min dibê kurd hemû şîraniyên(şekir, keks, çoklata)ji bi dikirin bilez kontrol bikin. Ev meseleyeke heyatî ye. Vana neyarên serê me ne, wek milet, wek dewlet kanin her xerabiyê, hêr bênamûsiyê bikin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE