08 oktober 2019

Tirkan bivir li nigê xwe xistin û xwe kût kirin


Trumpê dînik, aqilsivik ji mecbûrî dîsa çerx kir û serokê Tirkiyê yê mezin jî kortika hustuyê xwe xurand; pilana dagirkirina Kurdistana rojava ma bihareke din. 

Bi vê teşebusa dawî tirkan bivir li nigê xwe xistin, xwe kût û kulek kirin û xêrek mezin gîhandin kurdan. Dostên kurdan rakirin pêdarê. Piştgiriya bi kurdan ra nuha ji ya du roj berê gelkî zêdetir û xurttir e.

Hemû dinyayê li dijî Tirkiyê ye. Îro li dinyayê îtîbara kurdan sed qatî ji ya Tirkiyê û tirkan pirtir e. Ev jî gelkî muhîm e.

Tirkan wek rûviyê çav li mirîşkê keve tahma devê xweş kiribûn, ji kêfa Truma destûr daye wan şirok û girêz bi devê wan ketibû.


Lê kêfa wan zû qurçimî, muxalefeta li dijî beyana Trump pir sert bû û Trump him çerx kir û him jî Tirkiye tehdîd kir, got heger Tirkiye li Rojhilatê Ferêt zêde pêş da here, ezê aboriya wê têk bibim.

Vê beyana Trump û dengên ji Qesra Spî, ji Pentagonê û ji Ewrûpayê li dijî êrîşa Tirkiyê bilind bûn, tirk bizandin, nuha bûne pisik, nizanin çi bikin.

Yanî tam rezîl bûne...

Pispor aqilmendên tirk dibêjin, dibê Tirkiye dagirkirina "Rojhilatê Ferêt" êdî ji bîr bike, ew çû, êdî nabe.

Dibêjin çimkî dagirkirina "Rohilatê Ferêt" parîyekî pir mezin xuya dike, ewê nikanibin daqultînin, ewê di gewriya wan da bimîne û îhtîmala bifetisin zêdeye.

Ji bo wê jî korpoşman li hev kom bûne, civînê li ser civînê çê dikin. Lê dagirkirina Kurdistana rojava ez dibêjim ma bihareke din. 

Ev biryara Trump ya wek zarokan û teşebusa wan ya êrîşê feyde gîhand kurdan, piştgiriya kurdan zêde û xurttir kir.


Careke din derket ortê mesela kurd û Kurdistanê êdî mesleyeke navnetewî ye, piştgirî tam ne li gorî dilê me be jî, heye, tirk ewê nikanibin Kurdistana rojava dagir bikin.

Tiştê dibê PYD bike yekîtiye, dibê PYD gelşên bi hêzên din r açareser bike. Yekîtiya hêzên kurd ewê serketina kurd nêztir bike.dike

XXX
Tirk wer bawer dikin Kurdistana rojava ji bo wan loqekî biçûk e û ewê rehet daqultînin.
Lê hesabekî pir şaş dikin, "Rojhilatê Ferêt" loqekî pir mezin e, ewê devê wan biçirîne.
Doza kurd û Kurdistanê êdî hewqasî mezin e ku DYA kiriye du perçe û Trump jî ewê were ber ben.
Hemû dinya li dijî êrîşa Tirkiyê ye. Ji me ev yek pir muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE