21 oktober 2019

Tirk welatê me bi zor ji me distînin û dinya jî dibêje heqê wan e


Welatê meriv namûs û şerefa meriv e. Ha xelkê welatê meriv, bajarê meriv ji meriv stendiye, ha tecawizî namûsa meriv kirine, ferq nake, eynî ye.

Bi girtina Serê Kaniyê, Erdogan, Trump, Pûtîn û Daîşê bi hev ra îro tecawizî namûsa me kurdan kirin, namûs û şerefa me birên pênc pera.

Heger dinya ev dinya bêûjdan û bênamûs be, ewê êrîşê Qamîşloyê û bajarên din jî bikin...

Ji xwe wa ye Erdogan û Çavuşoglu dibêjin ew hemû rojavayê Kurdistanê dixwazin û roja sêşemiyê ewê vê meselê bi Pûtîn ra jî bipeyivin.

2019-10-20
XXX
Artêşa tirk ya faşîst bi qatilên xwe yên Daîşê û caîhatçiyên din ra ji 9ê mehê da ye rojavayê welatê me dagir kirine, bi sedan însan kuştine, li hem berî siwîlan çekên kîmyayî bi kar anîne.

Li rojavayê Kurdistanê kurd rû bi rûyî paqijkirineke etnîkî, jenosîdekê ne.

Di demeke wiha da kî bi çi zimanî zane dibê vê wahşeta tirkan û çeteyên wan ên Daîşî bi bîr û raya cîhanê bide zanîn, xeberên li ser hovîtiyên wan belav bike, ji bo cîhan bibîne.

Lê hin kurdên gerek îro binivîsandina, gerek îro dengên xwe bilind bikirana, ketine tahtîlê, îsrehet dikin…

Îro ner eja îrehetê û tahtîlê ye, tahtîlên xwe bihêlin wexteke din…

XXX
Ji nuha û pê da destê li me rabû dibê em maçî nekin û nedin ser serê xwe, gerek em wî destî miheqeq wî destî bişkînin !
Em nuha nikanin Kurdistanê çê kin, lê ferdî be jî em kanin destên serê me dibirin û yên ji celadên me ra li çepikan dixin bişkînin.
Ji bo vê bixebitin.
Dibê her tim diya me negirî, bira diyên wan jî bigrîn!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE