22 oktober 2019

Tirk û rûs bazariya welatê me dikin û em jî lê temaş dikin



Erdogan fena xwazgîniyê keçekê be, ji Pûtîn welatê me û axa Sûriyê dixwaze, dixwaze Pûtîn hemû rojavayê Kurdistanê bifroşe wî.

Ev 5-6 saet in bazariya wan dom dike. Lê hîn ne diyar e li ser çi li hev kirine. Xelk bazariya welatê me dike û em jî lê temaşe dikin. 



XXX
Efendim wezîreke alman Tirkiyê rexne kiriye, Pompeo gotiye ewê Tirkiyê ceza bikin, nizanim kîjan senatorê emerîkî gotiye ewê li hemberî Tirkiyê çi bikin, Macron çi gotiye, vana hemû leqleqên bêtesîr in, heta li hemberî Tirkiyê gaveke konkret neyê avêtin ez van qet bawer nakim.
Erdogan tu carî bi rexnekirinê, bi bangên vê dewletê û wê dewletê nasekine, dibê zorê bibîne, dibê were mecbûrkirin.
Mêrik welatê xelkê dagir dike û dixwaze Sûriye, Rûsya û Îran dengê xwe nekin, ew çiqas erd dixwaze bidinê.
Ecêbeke giran e...

 XXX
Her ku Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekgirtî, Amerîka li hemberî zulma Tirkiye li kurdan dike bêdeng dimîne, her ku dinya li hemberî terora vê rejîma irqçî, faşîst çavê xwe digre, Erdogan hartir dibe, bêtir zulmê li kurdan dikin, bêtir digrin û dikujin.
Dibê dinya vê rejîma faşîst rawestîne, ceza bike. Ev rejîma faşîst ne ji bo me kurdan tenê, ji bo hemû cîranên wê, ji bo Ewrûpayê û dinyayê jî tahlûkeyeke mezin e.

XXX
Twîtt û komentarên me hev nagirin, rojekê em dibêjin ji me ra lêhat, roja din em dibêjin em mehû bûn.
Yanî gotinên me hev nagirin.
Ev ne sûcê me ye, sûcê bêîstîkrariya Trump pe, bêbav saetê carê teqleyekê davêje, ji kewê gozel teqlebaztir e. Qeşmer bi xwe ra em jî bêîstîkrar û şaşomaşo kirin.

 XXX
Masmedîa cîhanê Bush mecbûr kir here hawara kurdan û paralella 36a deyne ser balafirên Îraqê.
Eynî zext li hemberî Trump jî kane bibe. Li Amerîkayê dostên kurdan pir in û ev yek ji bo kurdan îmkaneke pir mezin e. Heger Tirkiye zêde pêş da here eynî tişt kane were serê Tirkiyê jî


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE