24 oktober 2019

Tirk bi hovîtî û wahşeta xwe pir kêfxweş û serbilind in




Tirk û siyasetmedarên wan bi wahşeta li rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan kirine, bi wêrankirina gund û bajarên kurdan, bi talankirina malên kurdan, bi koçberkirina 300 hezar kesî ji kêfan serxweş bûne. 

Siyasetmedar, serokên partiyan, akademîsyen, rojnamevan, alimên dînî ji ber zafera li hember kurdan bi dest xistine hev û du pîroz dikin.


Civateke ji mirovahiyê bi tevayî dûr ketiye, piraniya însanan bûne faşîst, nazît û sadîst, ji wahşet û hovîtiyê, ji kuştina kurdan kêfê digrin.

XXX
Her cînayet û wahşeta qatil û celadên îtslamîyên girêdayî artêşa tirk li rojavayê Kurdisanê dikin bi emir û destûra Erdogan û generalên tirk dikin, ew destûrê nedin ne mimkûn e çete van wahşetan bikin.

Ji bo ku kurd birevin, cî warên xwe biterikînin, tirk van qatilên îslamî wek kûçikên nêçîrê bera kurdan didin.

Heger artêşa tirk van kûçikên xwe yên har berra kurdan nedin, ew bi xwe nikanin seriya jêkin, malên kurdan talan bikin.

Lema jî berpirsiyarê hemû cînayetan Erdogan û faşîstên dora wî ne...

XXX
Bi êrîşa tirkan û Daîşê ser rojavayê Kurdistanê û wahşeta li wir kirin û dikin, çavê ewrûpiyan û bi dinyayê vebû, her kesî baş fêm kir tirk wahş in, zalim in, zulmê li kurdan dikin û hevalên Daîşê ne.

Çeteyên îslamî girêdayî artêşa wan in, bi wan qetlê û terorê dikin.

Îro li dinyayê miletê, welatê xwedî îmajeke herî xerab tirk in, medyaya dinyayê, her kes bi xerabî û bi nebaşî qala tirkan dike. Hemû xeberên li ser Tirkiyê û tirkan di medyaya cîhanê da derdikevin negatîf in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE