16 oktober 2019

Tenê Rûsya kane êrîşa Tirkiyê rawestîne


Li ser êrîşa Tirkiyê ser rojavayê Kurdistanê û netîceyên wê em çi bibêjin jî vala ye, çimkî yên li sahê xwedî hêz in Rûsya, Amerîka û Tirkiye ne. 

Em nizanin ev dewlet ewê çi biryarê bidin û kîjan daxwazên tirkan qebûl bikin.

Liberxwedana kurdan muhîm e, lê belê hêza kurdan nikane zora van dewletan bibe.

Ji bo wê jî Rûsya, Amerîka çi bibêjin di netîceyê da ewê ew bibe.


Heger Rûsya û Amerîka, ya jî Rûsya tenê Kurdistanê û Sûriyê bifroşe Tirkiyê, wele kane û em û Esad çiqasî li ber xwe bidin jî Tirkiye ewê qismekî welatê me dagir bike.

Lê heger Rûsya ji tirkan ra bibêje herin mala xwe, ya na ezê li we xim, wê demê tirk ewê vekişin û dev ji plana dagirkirina Kurdistanê berdin.

Yanî bi kurdî paşdavekişîna tirkan girêdayî şêla Rûsyayê ye, dibê Rûsya ji tirkan ra bibêje STOP !

Heger Rûsya li hemberî Tirkiyê nesekine, Amerîka ji bo me kurdan bi Tirkiyê ra şer nake, lê kane piştgiriya xwe bidomîne, ambargoyê deyne ser Tirkiyê, lê ne mimkûn e ji bo Sûriyê û kurdan şerê Tirkiyê bike.

Lê kane saha hewayî li balafirên Tiriyê bigrin. Viya bikin ji bo me pir baş e.

Tirkiye heta zorê nebîne dev ji plana dagirkeriya rojavayê Kurdistnaê bernade. Çimkî di bin destê Tirkiyê da bi dehhezaran çeteyên Daîşê û yên xerîb hene, tirk bi rehetî wan dajon pêş. Ji bo wê ji zayîatên şer zêde natirsin, çimkî yên tên kuştin bi piranî çetetên ereb û xerîb in.

Netîce hêvî dikim Rûsya bi Esed ra bêbextiyê neke. Îro ewê hin tişt bêtir zelal bibin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE