23 oktober 2019

Şerem e, wiha nekin !



Rûdaw civîna Çavuşooglu zindî dide !

Şerm e, wiha nekin!

Di rojeke wiha da vê zulmê li kurdên şikestî, birîndar û êsîrketî nekin !

Ev dilşahiya bi serketina dijmin e.

Bi çi aqilî, bi çi heqî hûn civîna dagirkerê kurdan Çavuşoglu zindî didin?


We xebera bûyerê da temam.

Îcar ev çi weşana zindî ye?

Ma hûn TRT Tirkiyê ne?

Hemû kanalên dinyayê xebera peymana Tirkiyê û Rûsyayê ya do îmze kirin didin.

Lê kes civînên Erdogan û Çavuşoglu bi saetan zindî nade.

Ma hûn kaneleke Tirkiyê ne?

Ma hûn wek tirkên faşîst û neyarên kurdan bi vê têkçûna kurdan û serketina Çavuşoglu kêfxweş bûne?

Şerm e, di rojeke wiha da vê zulmê li me, li kurdên dilbirîn nekin?

Ev tiştî hûn dikin ji guleyên tirkan bêtir kurdan diêşîne, dibê hûn viya bizanibin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE