09 oktober 2019

Rast e tirk kurdan wek dijminên xwe yên ebedî dibînin


Serokê Amerîkayê Donlad Trump li ser pilana Tirkiyê ya dagirkirina Kurdistana rojava gotiye:

”Kurd dijminên Tirkiyê yên tabiî/xwezayî ne, ev sed sal in herbê dikin…”

Medyaya tirk van gotinên Trump rexne dikin û dibêjin ev vir e, tirk dijminatiya kurdan nakin.


Heta ji tirkan tê bira înkar bikin, bira bibêjin na, derew e. Êdî her kurd zane Trump rast gotiye.

Çimkî tirk li vê dinayê bi rastî jî kurdan neayrên xwe yên esasî û ebedî dibînin, tehamulî bihîstina navê Kurdistanê nakin, nahêlin li başûr û li rojava Kurdistan çê bibe.

Tirk li dinyayê li dijî serxwebûna kurdan tenê ne, naxwazin kurd tenê bibin xedî dewlet. Ji xwe dibêjin welatekî bi navê Kurdistanê tuneye. Hewqsî neyarên neyarên kurdan in, ji Kurdistana Federer a jî dibêjin ”bakurê Îraqê.” 

Li gel ku di qanûna esasî ya Îraqê da navê wê Kurdistane jî, ew dibêjin ”bakurê Îraqê.”

Berê tirkkan ev neyartiya xwe vedişartin, lê êdî venaşêrin, tim dibêjin.

Serokkomar Erdogan di 26ê hezîrana 2015a da di twîtteke xwe da wiha gotibû:

”Ez ji hemû dinyayê ra dibêjim: Bedelê wê çi dibe bira bibe, li bakurê Sûriyê, li başûrê Tirkiyê, emê tu carî nehêlin dewletek(Kurdistan)ava bibe.”
Di sala 2016a da jî Erdogan eynî gefa xwe dubere kir.
”Emê li bakurê Sûriyê destûrê nedin dewleteke kurd.”
Erdogan
24-12-16

A sebebê rastîn yê neyartiya Tirkiyê bi PYDê ra ev e, sebes di vê gotina Erdogan da ye. 

PKK, maskeya neyartiya kurda ye. Êdî her kurd viya baş zane. Înkar bêfêde ye.

Ji bo kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas nebin û Kurdistan çê nebe, Tirkiye dixwaze ”rojhilatê Ferêt” dagir bike. 

Hincetên din hemû vir in, qal û qîl in.


Ma berpirsiyarên dewletê her roj nabêjin mesela ”rojhilatê Ferêt” mesela me û ”bekayê” ye?
”Beka”, yanî gava li Sûriyê kurd ji bindestiyê derkevin û Kurdistan çê bibe, ya jî bingeha Kurdistanê were avêtin, ewê hebûna Tirkiyê têkeve tahlûkê.

Lema jî ji bo ku hebûna Tirkiyê nekeve tahlûkê, dibê Kurdistan tu carî çê nebe.

Hemû sebebên din yên bêyî vê rastiyê vir in û demagojî ye, ji bo ku kurd xelas nebin û rojekê Kurdistan çê nebe PKKê dikin hincet û dixwazin Kurdistana rojava dagir bikin.

Ji bo ku pêrgiyê li ber Kurdistana misteqbel bigrin, tirk dixwazin kurdan ji welatê wan derxin. 

Tirkan tiştê di sedsala 20a da anîn serê êrmeniyan, dixwazin di sedsala 21ê da bînin serê kurdan jî. 

Yanî tiştê tirk ji bo kurdên rojava difkirin jenosîd e, ev sedîsed e, hedefa wan Kurdistana rojava ji kurdan paqij bikin.

Hedîse ev e, sebê şerê Tirkiyê bi PKKê û bi PYDê ra ev e, ji bo vê ye ji wan ra dibêjin terorîst û filan û bîvan…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE