23 oktober 2019

Pûtîn jî bêbextiya Trump bi me ra kiribû dubare kir


Sebebê hemû xerabiyan pere ye. Trump ji bo xatirê pera ev bêbextî û îxaneta mezin bi me ra kir û gelê me û welatê me firot Tirkiyê.

Vladîmîr Pûtîn jî do ji bo pera bi peymanekê beşekî welatê me, Girê Sipî û Serê kaniyê firot Erdogan û koçberiya bi sedhezaran kurdên bêkes qebûl kir.


Bi hezaran kurd ji bo pera bi gelê xwe ra xayin ketine, bûne cahşên tirkan û piştgiriyê didin dagirkirina welatê xwe, valakirina bajaran ji kurdan. Ji bo pera hewqasî bêşeref bûne û dilê wan bi koçberiya bi sedhezaran xelkê siwîl naşewite, çepikan ji vê jenosîda kurdan ra lêdixin.

Ev rastiya tahl di van çend rojên dawî da me li rojavayê Kurdistanê dît.

Nuha dibê em çi bikin?

Tiştê ez dibînim bi peyymana Tirkiyê û Rûsyayê ya do qedera me maye di destê Pûtîn Esed da. Ev herdu jî zalim in, xurt in, bi şer em nikanin zora wan û tirkan bibin.

Lê bîr û raya dinyayê, medyaya dinyayê û li Amerîkayê gelek senator û kesên xwedî îmkan li pişt me ne. Dibê em giraniyê bidin xebatên dîplomatîk. Ev yek kane tesîrê li Qesra Sipî bike û feydeyekê bigihîne me.

Û ya herî muhîm jî dibê em zextê bidin ser Pûtîn ji bo ku Tirkiye bi milyonan ereban li Serê Kaniyê û li wan deverên dagir kirine bi cî nekin.
Dibê em ji bo vegera gelê xwe bixebitin, di vî warî da ji dinyayê, ji Neteweyên Yekgirtî alîkariyê bixwazin.

Şer hîn berdewam e, xebatên dîplomatîk û siyasî kane hin tiştan biguhere.

Tirkiyê di şer da sîlehên yasax bi kar anîye, sûcên li dijî mirovahiyê kirine, ev yek kane netîceyekê bide.

Û di vê nabênê da dibê em hêzên xwe bikin yek, yekîtiya xwe xurt bikin. Heger hemû hêzên başûr û rojava nêzî hev bibin û bi hev fra hereket bikin ewê netîceyeke baş bide.

Tirkan dixwest rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin, mêrikan di vî warî da gihîştin armanca xwe. 

Rojavayê Kurdistan pereçe kirin, derên dixwestin dagir kirin û dagirkeriya xwe jî bi Amerîkayê û bi Rûsyayê dan qebûlkirin û kurd jî kirin êsîr.

Sebebê vê yekê jî Trump û Pûtîn e, herduyan bi hev ra Erdogan çi xwest hemû daxwazên wî qebûl kirin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE