17 oktober 2019

Nameya Donald Trump ji Erdogan ra şandiye



Di nehê cotmehê da, roja Tirkiyê êrîşî rojavayê Kurdistanê kiriye, serokê Amerîkayê Donald Trump, nameyeke pir ecêb ji Erdogan ra şandiye. 

Nameyeke pir ecêb e, pir samîmî ye, ji Erdogan ra dibêje ”Qey tu naxwazî bibî berpirsiyasrê qetla bi hezaran însanî, ez jî naxwazim aboriya Tirkiyê têk bibim -tu zanî ez dikim-. Ehmeq nebe”, bi kurdan ra li hev bike.

Ez bawer nakim tu serokê welatekî ji serokekê welatekî din ra nameyek bi vî zimanî nivîsîbe.


Dest pêkê min bawer nekir name rast be, lê dû ra Qesra Sipî name teyîd kir, got rast e. Lema min wergerand kurmancî. 

Di nameyê da xuya dibe Trump dixwaze Tirkiye bi kurdan ra li hev bike û berî êrîşa Tirkiyê Mazlûm Kobanî jî ji Trump ra nameyek şandiye. Metna Temam ya nameya Trump wiha ye:




”Birêz Serokkomar
Hadê were em peymaneke baş çê bikin. Qey tu naxwazî bibî berpirsiyasrê qetla bi hezaran însanî, ez jî naxwazim aboriya Tirkiyê têk bibim-tu zanî ez dikim-.
Di vî warî da tiştên ez kanim bikim, min di bûyera Keşe Brunson da nîşan dabû.

Ji bo ku gelşên we çareser bikim ez pir dixebitim. Dinyayê xeyalşikestî nekin. Em kanin peymaneke baş çê bikin.

General Mazlûm(Şahîn Cîloyê PKKyî)dixwaze bi we ra muzakere bike. Gelek tawîzên berê nedida nuha amedeya bide, ji vê ra hazir e. 

Nameyeka wî ya nuh gihîşt destê min heye, ez wê jî bi vê nameyê ra dişînim.

Hegger hûn kanibin viya rast û bi rengekî însanî bikin, tarîx ewê bi başî qala we bike. Heger tiştê baş nebe tu yê heta û heta wek îblîs werî dîtin. Nebe merivekî hişk/sert. Korfahm(ehmeq) nebe!

Ezê dû ra li telefonî te dikim.

Bi hurmet
Donald Trump"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE