21 oktober 2019

Min bawer nedikir Amerîka û Ewrûpa ewê destûra jenosîda me bidin tirkan



Tirk tim dibêjin ewê tu carî nehêlin li tu beşekî Kurdistanê bingeh û potansiyela çêbûna Kurdistanê peyda bibe. Bedelê wê çi be jî ewê midaxele bikin û vê bingehê û potansiyela çêbûna Kurdistanê ji ortê rakin.

Tiştê tirk nuha dikin ev e. 

Li başûr û rojavayê Kurdistanê baş xerab, ev çend sal in bingeha avabûna Kurdistanê çê bûye. 

Tirk dixwazin bi darê zorê, berê li rojava û dû ra jî li başûr vê bingeh û potansiyela azadî û serxwebûna kurdan ji ortê rakin û kurdan wek milet ebediyen biqedînin, mahkûmî helandinê û jenosîdê bikin.


Yanî tirk dixwazin kurdan wek milet li vê coxrafyayê nehêlin, wek êsîr, wek kole hêdî, hêdî bihelin û têkevin rewşa asûrîyan.

Ez vê hedefa tirkan baş zanim û tim jî balê dikşînim ser vê hedefa wan ya jenosîdal.

Heta roja tirkan êrîşî Serê Kaniyê û Girê Sipî kirin, min digot Amerîka, Ewrûpa, NATO ewê nehêlin tirk kurdan ji rojavayê Kurdistanê paqij bikin, ewê nehêlin tirk 2-3 milyon kurd ji welatê wan derxin û dest deynin ser welatê wan, ser gund, bajar û malên wan.

Lê tiştê min ji Amerîkayê û ji Xerbê dipa û hêvî dikir hemû xeyaleke bêbingeh bûye.

Tiştê ez dibînim Amerîkayê, Natoyê û Rûsyayê pêşniyara tirkan ya jenosîda kurdan qebûl kirine. 



Amerîka, Ewrûpa, Nato û Rûsya jî êdî wek tirkan dixwazin ji kurdan xelas bibin, li Rojhilata Nêz bingeh û potansiyela mayina miletê kurd û daxwaza Kurdistaneke serbixwe nemîne. Ji bo ku nuha û pê da kurd nikanibin Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê nerehet bikin, ji van welatan doza maf û azadiyê bikin.
Heger Amerîkayê, Natoyê, Yekîtiya Ewrûpayê, Rûsyayê ev daxwaza tirkan, jenosîda kurdan qebûl nekirana, destûr nedidan tirk û Daîş Serê Kaniyê û Girê Sipî ji kurdan paqij bikin. 

Valakirina du bajaran û bi dehan gundan, mahcirkirina 300-400 hezar însanî destpêka jenosîdê ye.
Dibê em kurd viya bibînin û bi dengekî bilind, bi qîrîn ji hemû dinyayê ra bibêjin !

Tirk ji bo ku kanin bi me, dixwazin wek  milet me ji ruyê dinyayê rakin. Ev hedefa tirkan pir vekirî û zelal e.

Sibe civîna Erdogan û Pûtîn heye. 

Bi îhtîmaleke mezin Pûtîn ewê destûra êrîşên ser Kobanê, Amûdê, Qamîşloyê û hemû rojavayê Kurdistanê, heta bi sînorê Şengalê bide Tirkyê û Esed jî mecbûrî qebûlkirina peymaneke bi Tirkiyê ra bike. Yanî Esed mecbûrî teslîmbûna tirkan bike.

Hêvî dikim wer neke, lê sînyalê rûs didin ewê tevayiya rojavayê Kurdistnaê bidin Tirkiyê, ji bo kurdan li wir bê welat bihêlin, bingehal miletbûnê, serxwebûnê ji kurdan bigrin.

Heger wiha bibe, ev dibe destpêka dagirkirina başûrê Kurdistanê, êrîşa ser Şengalê, Qendîlê û herêmên din jî. 

Hedefa tirkan ev e.

Tiştê ez dibînim Amerîkayê, Rûsyayê, Natoyê ev daxwaza tirkan ya dagirkirina rojava û başûrê Kurdistan û qirkirina kurdan qebûl kirine; yanî ewê kurdan wek êsîr têxin bin destê tirkan.

Pilan û hedefa tirkan ya heta nuha ev e û Amerîkayê, Natoyê û Rûsyayê jî ev yek qebûl kirine. 

Rûs ji vê projeya xwe venagerin, gelo mimkûn e Amerîka, Ewrûpa vegere? 

Ez bawer nakim, lê hêvî dikim vegerin û nehêlin tirk me qir bikin. 

Tirk bi rexneyan, bi ambargoyan nasekinin, dibê zorê bibînin. Wer nebe ne mimkûn e dev ji hedefa xwe berdin.

Rojavayê Kurdistanê her çiqas wek coxrafî û welat yê kurdan be jî, li girêdayî Sûriyê ye, dibê Sûriyê û welatên ereb nehîştana tirk axa Sûriyê dagir bikin. 

Lê hîştin.

Sûriye pir bêhêz ketiye, nikane şerê Tirkiyê bike. Heger Rûsya û Îran ne li piştê bin, Esedê teslîmî tirkan bibe û daxwazên Erdogan qebûl bike.

Yekîtiya ereban kane alîkariya Sûriyê bike, lê nakin. Heger bikirana heta nuha li dagirkeriya Tirkiyê temaşe nedikirin, ereb bênamûs in ewê dengê xwe nekin. Hinek dengê xwe nakin û hinek jî ji bo tirk welatê wan dagir bikin bûne çeteyên tirkan. Welatê xwe pêşkêşî tirkan dikin.

Heger sibe Pûtîn û Erdogan li hev bikin, êdî rê li ber dagirkeriya tirkan vedibe, ewê êrîşî ser bajarên din bikin.

Îranê îro gotiye ew qebûl nake Tirkiye wargehên leşkerî li Sûriyê ava bike, lê vala ye, bi gotinê tirk nasekinin, dibê Îran bibeje ezê Sûriyê biparêzim.

Bi kurtî heta nuha min bawer nedikir Amerîka û Ewrûpa bihêlin tirk me qir bikin û wek milet ji ruyê dinyayê rakin, lê wa ye hemûyan ev daxwaza tirkan aqebûl kirine, dixwazin me jî bikin wek asûrî û suryaniyan…

Lê dibê em teslîmî tirkan nebin, heta ji me were li ber xwe bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE