09 oktober 2019

Meclîsa Tirkiyê tezkereya Sûriyê û Îraqê saleke din dirêj kir



Tezkereya, yanî destûra maf dide artêşa tirk here li Îraqê û li Sûriyê êrîşî kurdan bike, gund û bajarên kurdan dagir bike di meclîsa Tirkiyê da hat qebûlkirin.

Bêyî HDPê hemû partiyên tirk careke din ji bo salekê destûr dan artêşê ji bo ku li Sûriyê û li Îraqê here şerê kurdan bike.

Yanî hemû partiyên tirk di kuştina kurdan û di dagirkirina welatê wan da mitefik û hemfikir in.


Ji xwe hukûmetê milet jî tam îqna kiriye. Îro herî kêm ji sedî 90ê tirkan û belkî jî hîz zêdetir, dixwaze Tirkiye Kurdistana rojava û başûr dagir bike û çensed hezar kurd bikuje.

Kurdê bibêje ev ne rast e, tirk dijminatiya kurdan nakin, kurd û tirk birayên hev in, kurdekî hevalê dewletê ye, çi demagojiya kurdayetiyê bike jî cahş e, neyarê qewmê xwe ye.

 XXX
Li ser êrîşa Tirkiyê xeberên li dijî hev tên. Îhtîmal e tirk bi hin êrîşên biçûk reaksiyana Amerîkayê û koalîsyona li dijî Daîşê diceribînin. Wek ewê êrîş bikin dikin, dixwazin bizanibin hela kî çi dibêje û çi dike?

Lê heger êrîş kirin dibê kurd li Kobanê xwe biparêzin.

XXX
Wer xuya dike tirk dev ji hedefa xwe ya jenosîda kurdan bernadin !

Li gorî xeberên di medyayê da belav bûne artêşa tirk di nava 24 saetan da ewê êrîşê bibe ser gund û bajarên kurdan û Kurdistana rojava wek Efrînê dagir bike.

Tirkiyê Amerîka ji vê yekê agahdar kiriye.

Heger êrîş kirin tiştê dibê em hemû kurd bikin liberxwedan e, dibê em hemû kurd li her dera cîhanê li hemberî vê dagirkerîyê û jenosîda tirk dixwazin bînin serê me rabin ser nigan.

Dibê em welatê xwe û miletê xwe biparêzin !

Teslîmbûn qebûlkirina jenosîda tirka ye...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE