16 oktober 2019

Li Tirkiyê kî bi kurdî bipeyive tirk serê wî dişkînin û lînç dikin

Ekrem Yaşliyê ji ber ku bi xanima xwe ra bi kurdî peyivî
tirkekî ew xist vî halî


Li Tirkiyê cezayê axaftina kurdî êdî lêdan e, lînckirin e û kûştin e. Tirk qebûl nakin du kurd bi hev ra bi kurdî bipeyivin.

Kî vê yasaxa wan qebûl neke xwînê berra ser didin, lînc dikin û dukujin. 

Xanima Ekrem Yaşliyê 74 salî Bedrîye Yaşli, li Çaneqalê li Nexweşxaneya Zanîngeha 18ê Adarê ji çavê xwe emelîyet bûye. 




Ekrem Yaşlî diçe nexweşxanê sedana xanima xwe. Herdu jî kurd in û tim bi hev ra bi kurdî dipeyivin. Di ser da Bedriya Yaşli bi tirkî jî nizane. 

Dema Ekrem Yaşlî û Bedrîye xanim bi hev ra bi kurdî dipeyivin, tirkekî li wir xwe aciz dike û ji Ekrem Yaşlî ra dibêje:

”Vira Cumhûrîyeta Tirkiyê ye, tu nikanî li vir bi kurdî bipeyive.” Hêrs dibe û şûşeya sodayê li serê Ekrem Yaşliyê 74 salî dixe û xwînê berra ser kalê 74 salî dide.

Lê vî tirkî dîsa jî tiştekî zêde mezin nekiriye, tenê serê wî şikandiye, bi milyonan tirk kanin tiştê gelkî xerabit bikin. Ji bo ku tirk bibin neyarên kurdan, ji bo li her derê êrîşî kurdan bikin, dewlet, partî, siyasetmedar, mizgeft û medya her roj jahra antî-kurd enjekteyî dil û mejiyên tirkan dikin. Serokê dewletê, wezîr, hukûmet, dîyanet serkêşiya vê neyartiya kurdan dikin.

Tirk êdî bi tu hawî tehamulî axaftina kurdî nakin, qebûl nakin yek bibêje ez kurd im jî. Gava yek bibêje ez kurd im, ya jî bi kurdî bipeyive, heger pê kanibin, lê dixin, lînc dikin, dikujin. 

Şîrîn Tosunê tirkan lîç kirin

Çendakî berê jî li Sakaryayê xortekî Diyarbekrî bi navê Şîrîn Tosun ji bo ku bi hevalên xwe ra bi kurdî peyivîbû ji alî 5-6 tirkan ve hat lînc kirin. Şîrîn Tosun ev 50 roj bûn di komayê da bû, 3 roj berê mir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE