17 oktober 2019

Li Sûriyê çêbûna dewleteke kurd ewê çi zirarê bide Tirkiyê?


Tirkekî gotiye:
”Ji bo ku meraq dikim dipirsim. Li Sûriyê çêbûna dewleteke kurd zirara wê ji me ra çi ye?”

Erdogan, hukûmeta wî û hemû tirkên li dijî çêbûna Kurdistanê ne dibêjin, ”heger li Sûriyê dewleteke kurd ava bibe, ewê ji kurdên me ra bibe pişt û çavkaniyeke îlhamê.

Ji bo ku ji kurdên bakur(Tirkiyê)ra pişt çê nebe, dibê li tu derê kurd nebin xwedî dewlet, nebin xwedî îmkan.


Dibê kurd tim bindest bin, bêmecal û bêîmkan bin. 

Gava Tirkiye zulmê li kurdên xwe dike, gava wan dikuje, dibê kurdên din nikanibin alîkariya wan bikin.

Yanî ji bo ku kurdên bakur(Tirkiyê) tim û daîm bêpişt bin û rojekê nebin xwedî dewlet, dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî maf, heta dibê li wê coxrafyayê kurd nemînin jî.

A Tirkiye ji bo vê êrîşî kurdan dike û dixwaze rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Piraniya tirkan jî wek Erdogan difikirin û lema jî neyartiya kurdan dikin. 

Çimkî merivê tirk xwe ne wek şexsekî xwedî aqil û îrade, xwe wek leşkerekî artêşê dibîne. Leşker ne azad e, nikane bi serê xwe hereket bike, ew mecbûr e emrê serbazê xwe bîne cî, li gorî emrê tê dayin tev bigere.

Civata tirk ji miletekî bêtir dişibe artêşekê, serekerkan çi emrî bide wan ew rast e, wiya diparêzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE