10 oktober 2019

Li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê ji bo zafera leşkerên tirk ya li hemberî kurdan Sureye Fethê hat xwendin

Ji bo Mehmetcikan(leşkerên tirk)dest rabûn hewa
li 90 hezar mizgeft eynî dua hat kirin


Bi emrê hukûmetê û Dîyaneta Tirkiyê li 90 hezar mizgeftên Titkiyê ji bo artêşa tirk li hemberî kurdan muzafer bibe Sureya Fethê hat xwendin û dua hat kirin.

Yanî tirkan îro li 90 hezar mizgeftan ji bo ku leşkerên tirk Jurdistana rojava bi serketî dagir bike û 2-3 milyon kurd ji gund, bajar û malên wan derxin û bi hezaran jî bikujin dua kirin.


Sureya Fetihê, sureyeke Quranê ye, ji bo ku leşkerên  misilman di şerên xwe yên li dijî kes û leşkerên ne misilman û “kafir” da bi ser kevin ji alî misilmanan ve tê xwendin.

Tirkan jî îro ev Sura Fethê ji bo leşkerên wan li hemberî kurdên kafir bi ser kevin xwendine.

Di dema dagirkirina Efrînê da jî hikûmeta Tirkiyê eynî biryar dabû û dîsa li hemû mizgeftên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ev sure hatibû xwendin.

Belê tirk ev in, dibê em vî miletê hov, qahş û zebanî baş nas bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE