22 oktober 2019

Ji bo me îro rojeke reş e


Ji bo me kurdan îro rojeke reş e. Pûtîn bi vê peymanê qebûl kir beşekî welatê me di bin dagirkeriya tirkan da bimîne. Yanî tirştê Trump dabû tirkan Pûtîn jî îro îmze kir.

Nuha qedera gelê me di destê Esed, Erdogan û Pûtîn da ye.


XXX
Bêbextiya Trump bi me ra kir, Pûtîn jî bi vê peymanê eynî bêbextî dubare kir. Herduyan jî bi peymanên cuda welatê me firotin tirkan.
Ev sed sal in tirkan bi me pir dan kişandin, pir zulm li me kirin û dikin. Û tu carî jî têr nabin, ji vexwarina xwîna me zewqê digrin.
Heyfa her kurdî li ser her tirkî heye...

XXX
Erdogan bi peymana bi Amerîkayê ra tiştê dixwest bi zêdayî girt.
Nuha jî bi peymana bi Rûsyayê ra dîsa tiştê dixwest bi dest xist. Di herdu peymanan da jî tirk li karê ne.
Û yê mala wan şewitî kurd in.
Amerîka jî ji herêmê hat qewitandin.
Hela em binêrin bersîva PYDê ewê çi be?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE