16 oktober 2019

Îro ji bo me rojeke muhîm e




Îro ji bo kurdan du civînên gelkî muhîm çê dibin. 

Yek jê civäna Encumena Asayîşa Navdewletî ye. Encumena Asayîşa Navdeweletî ji bo ku rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê minaqaşe bike û biryarekê bigre îro dicive.
Hêvî dikim biyara rawestandina şer û paşdavekişîna Tirkiyê ji civînê derkeve.


Ev îhtîmal heye. Çimkî Çîn, Emerîkî, Fransa û Îngiltere ji Tirkiyê daxwaza rawestandina şer dikin. 


Şêla Rûsyayê ne diyar e, lê Rûsya him kane destegê bide biryareke wiha û him jî kane bêdeng bimîne. 

Rûsya li dij dernekeve, bêdeng bimîne jî ji bo me baş e, biryar ewê li dijî Tirkiyê be.
Civîna din jî dîsa ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê ye. Trump li Kongrêsê bi Komîteyên Ewlehiya Netewî re li dicive. Di vê civînê da jî îhtîmal heye li dijî Tirkiyê hin biryarên cidî werin girtin. 


Bêyî van herdu civînan, cîgire serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo  îro diçin Tirkiyê. 

Pence û Pompeo ewê ji Erdogan bixwazin şer rawestîne û ji Sûriyê vekişe. 

Lê ez bawer nakim Tirkiye piştî vê saetê vê daxwaza Amerîkayê qebûl bike. 

Bêyî zorê, hêzê Tirkiye ji Sûriyê dernakeve û êrîşa xwe ranawestîne. 

Dibê tirk zorê bibînin.
Tirkiye li Sûriyê him dixwaze rojavayê Kurdistanê dagir bike, demografiya Kurdistanê biguhere û him jî ji Sûriyê axê dixwaze. 

Yanî him ji kurdan û him jî ji Sûriyê axê dixwaze.

Tirk bi rehetî dev ji vê hedefa xwe bernadin, dibê di şer da werin şikandin. Ya Rûsyayê, ya jî Amerîkayê, NATOyê li hemberî xwe bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE