18 oktober 2019

Îdeolojiyek çawa kane mirev hewqasî bike xulamê dagirkerê welatê xwe?


Tu dibêjî belkî li ba kurdên bakur dîndarî, îslamîyet bûye îdeolojiya xayintiyê, îdeolojiya neyartiya kurd û Kurdistanê.

Hin hevalên der û dora Tevgera Azadî ne tê da, kurdên Huda-Parê û AKPê bûne hevalên dewleta tirk û neyarên serê qewmê xwe.

Bêyî Tevgera Azadî, hemû kurdên Huda-Parê, AKPê li dij in kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyeke netewî û siyasî.
Hemû piştgiriyê didin dagirkeriya Tirkiyê. 
Hemû dixwazin Tirkiye û çeteyên Daîşê hemû kurdên PYDê, YPGê û gelê bi wan ra bikujin.


Meriv çawa kane li hemberî gelê xwe, li hemberî însanên ji qewmê xwe hewqasî zalim û xedar be, ez fêm nakim?

Kîjan dewletê 10 rojan hewqas însan ji miletekî din bikuşta, hewqas bombe bi ser gund û bajarên kîjan miletekî din da bibaranda, Huda-Parê û kurdên îslamî wiha bêdeng nediman, ewê bi şev û roj daketana kuçe û kolanan û ev wahşet protesto bikirana.

Lê ji ber ku yên li Serê Kaniyê, li Girê Sipî, li Qamîşloyê tên kuştin kurd in û qatil jî tirk û çeteyên Daîşê ne, bira protestokirin li wir bimîne, kêfa wan tê, bi qasî Erdogan, Çavuşoglu, kemalîst û faşîstên tirk kêfxweş dibin; ji bo zafera celat û qatilên kurdan dua dikin, dixwazin artêşa tirk hemû şervanên welatê xwe û namûsa diparêzin bikujin û tirk Kurdistanê dagir bikin.

Bi dil û can dixwazin zafera leşkerên tirk û qatilên Daîşê bibînin û wê pîroz bikin.

Ecêbeke giran e. Îdeolojiyek, baweriyek, fikrek, siyasetek çawa kane meriv hewqasî bike zalim û neyarê qewmê xwe, bi rastî ez fêm nakim !

Îdeolojiya îslamî faris, ereb û tirk nekirine hevalên me û dijminên welat û gelên wan, belovacî wê, îdeolojiya îslamî ew kirine nasyonalîst.

Lê îslamîyetê û îdeolojiya îslamî kurdên me kirine aşiqê celadê xwe û dagirkerê welatê xwe.

Îslamiyên beşên din baş nizanim, lê îslamiyên Kurdistana bakur bûne şervanên dagirkerên welatê xwe.

Carnan ez bala xwe didim şirove û malperên wan, wer bi serketina artêşa tirk û çeteyên Daîşê kêfxweş in, wer kêfxweş in, aqilê meriv disekine, kîn û nefreta wan ya li hemberî şervanên YPGê, HSDê û kurdên ji alî tirkan ve tên qetilkirin digihîje erşî ala, kêf û dilşadiya wan ji ya Erdogan û Çavuşoglu gelkî mezintir e.

Di tarîxê da tu baweriyeke din, tu dîn û îdeolojiyeke din însan hewqasî nekiriye neyarê azadiya gelê xwe, neyarê gelê xwe û koleyê dijminê  xwe.

Îdeolojiya îslamî, welatparêzî, nasyonalîzim, şiûrê netewî ji dil û mejiyê kurdên bakur derxistiye, kuştiye, ew kirine evîndarên neyarên wan, ew kirine neyarên azadî û serxwebûna welatê wan; ew kirine evîndarê bindestiyê û koletiyê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE