10 oktober 2019

Hudaparê jî piştgirî da êrîşa Tirkiyê û jenosîda kurdan


Belê, wek dihat texmînkirin HUDAPARê jî wek Iyi Partiyên tirk, MHPê û CHPê piştgirî daye dagirkirina Kurdistana rojava û jenosîda kurdan.

Ji xwe kesî şêleke din ji Hudaparê nedipa. Hudapara di şerê Kobanê da piştgirî da Daîşê, bêguman ewê îcar jî piştgiriyê bide êrîşa artêşa tirk.


Hudapar li Kurdistanê liqê îstîhkama artêşa tirk e, rê ji artêşa tirk ra vedike, xweş dike. Hudapar, di hundur kelê da Hespê Troya yê dewleta tirk e, ew jî hêzeke dewletê ye.

XXX
Donald Trumpê çeqel, sûtal biryara xwe ya paşdavekişandina leşkerên emerîkî û êrîşa Tirkiyê parastiye û gotiye:

”Kurdan di Şerê Cîhanê yê Duyem da alîkariya me nekirin, wek numûne di hucûma Normandiyayê da alîkariya me nekirin.”

Yanî mêrik bi vê biryara xwe heyfê ji me digre. Me ew nizanîbû, wa ye em wê jî fêr bûn.

Zalim, bêbext, bêşeref ji xiyaneta xwe ra, ji bênamûsiya xwe ra tim sebebekê dibînin.

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî wê demê kurd xwedî dewlet bûn û keştiyên wan yên herbê hebûn.

XXX

Kurdê hîn jî bibêje tirk û kurd bira ne, gelê tirk dijminatiya me nake, ya yekî totikvala û renteleyekî beradayî ye, ya jî cahşekî dewleta tirk û tirka ye. Gelê tirk ne li pişt êrîşa bûya ev êrîş nedibû.
Ka li Tirkiyê kîjan tirk li dijî êrîşî derdikeve?

Ne yek jî.

Heta nuha bêyî HDPê min tu muxalefet nedîtiye, yê rast nabîne jî destegê dide artêşa xwe û ji bo zafera leşkerên xwe dua dike.

Ankêtekê çêkin, heger ji sedî 99ê tirkan piştgirî nedan vê qetlîam dewleta xwe ez bi tiştekî nizanim.

Civat li pişt êrîşa dewleta xwe ye. Serokê dîyanetê ji bo serketina leşkerên xwe û jenosîda kurdan li hemû mizgeftan xutbê dide, dua dike.

Hemû partiyên tirk, heta bi Kiliçdaroglu, Muharem Înce û Ekrem Îmamoglu li pişt êrîşê ne. Perînçek ji faşîstan bêtir destegê dide dagirkeriyê û qetlîamê.

XXX

Li hemberî vê êrîşa Tirkiyê û qatilên Daîşê dibê em hemû dijayetiyên nabêna xwe bidin aliyekî û piştgiriyê bidin birayên xwe yên rojava û şervanên kurd.

Her kurdê welatparêz, bi ûjdan û bi şeref dibê li Kurdistana rojava û li şervanên HSDê, YPGê, YPJê û PYDê xwedî derkeve û destegê bidê. Ji destê kê çi tê dibê li hemberî van hêzên barbar bike.
Têkçûna şervanên YPGê, YPJê destpêka jenosîda hemû kurdên binxetê ye, ew têk biçin seranserê Kurdistana rojava ewê bibe Efrîn.


2019-10-09

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE